Televîzyona El Mesîra ya Hûsiyan ragihand ku Îsraîlê êrîşî paytexta Yemen Sanayê kir.
Televizyonê li ser hesabê xwe yê “X” der barê êrîşê de nûçeyeke lezgîn da û ragihand ku “Îsraîl êrîşî Senaayê kiriye”. Li gorî televizyonê, piştî kuştina serokê hikûmeta Hûsiyan û gelek endamên hikûmetê di 28ê tebaxê de, ev êrîşa yekemîn e.
Reutersê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtine, ragihand ku navenda Wezareta Parastinê ya hûsiyan hatiye bombebarankirin.