Aktîvîsta mafên mirovan û parêzera rêxistiniya femînîst IACTA Paula Martin Ponz ku di sala 2023yan de tev li heyeta navneteweyî ya li dijî tecrîda li Îmraliyê, hatibû Tirkiyeyê nirxandin kir. Parêzer Paula Martin Ponz, têkildarî hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, ji ANFê re axivî.
Paula Martin Ponz bi bîr xist ku ji bo çûyîna Îmraliyê destûr ji wan re nehate dayin û destnîşan kir ku parêzvanên mafên mirovan li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, divê li ber binpêkirina mafên mirovan rabin. Paula Martin Ponz anî ziman ku îşkenceya li ser Abdullah Ocalan helwesteke li dijî gelê Kurd bi temamî ye û wiha got: “Ev îşkence di heman demê de binpêkirina mafên mirovan a li hemberî hemû alîgirên demokrasî û têkoşîna azadiyê ye. Li Îmraliyê rewşeke ji binpêkirina mafên mirovan jî wêdetir heye. Ya ku li Îmraliyê diqewime îşkence ye. Armanca şandeya me ew bû çavdêriyê li rewşa girtiyên li wê derê bike û zextê li Tirkiyeyê bike ji bo li gorî pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî tevbigere.”
Prz. Paula Martin Ponz destnîşan kir ku rewşa li Îmraliyê ne tenê bi Tirkiyeyê sînordar e û ragihand ku divê zext li dewletên din jî bê kirin ku hevkariyê bi Tirkiyeyê re dikin. Paula Martin Ponz, wiha domand: “Ev dewlet ew dewlet in ku mohra xwe danîne binê peymanên mafên mirovan Ji her cure îşkence û kiryarên xerab berpirsyar in.”
Prz. Paula Martin Ponz diyar kir ku hevdîtina Abdullah Ocalan a bi biraziyê xwe Omer Ocalan û şandeya EM Partiyê re girîng bû û destnîşan kir ku van hevdîtinan careke din nîşan dan ku fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelan çiqasî girîng in. Paula Martin Ponz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di heman demê de Tirkiyeyê fêhm kir ku ji aliyê civakî û siyasî ve neçar e hevdîtinê bi Ocalan re bike. Careke din eşkere bû ku Ocalan ne tenê ji bo Kurdan û Rojava, ji bo gelên bindest hemûyan kesayetekî girîng e.”
‘Tirkiyeyê hêza Abdullah Ocalan dît’
Prz. Paula Martin Ponz anî ziman ku ew ne bawer e ku tecrîd bi dawî bûye û got: “Em hîn nizanin bê tecrîd hatiye rakirin an na. Tirkiyeyê ev yek gelek caran dubare kir, lê belê ji bo di sêgoşeya gelê Kurd, Birêz Ocalan û Tirkiyeyê de ji bo têkilî û pêvajoyeke nû rû bide, bi hêza Ocalan hesiya. Abdullah Ocalan lîderek e û bi rengekî kolektîf tevdigere. Di heman demê de ev çareseriya xwe jî çareseriyeke kolektîf a ji bo hemû gelan e. Dîroka van çareseriyan dinirxîne û ji bo paşerojê jî perspektîfeke girîng pêşkêş dike. Şerê ol û mezhebî yê rabirdûyê yê li Rojhilata Navîn baş şîrove kiriye û li gorî vê jî çareseriyek pêşkêş kiriye.”
Xwest Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin
Prz. Paula Martin Ponz destnîşan kir ku mîna her girtiyekî divê Abdullah Ocalan jî karibe sûdê ji mafê hêviyê werbigire û axaftina xwe wiha qedand: “Mafê her girtî heye ku zanibe wê kengî bê berdan. Tecrîda li ser Ocalan û jêstandina mafê hêviyê îşkence ye. Li ti devera cîhanê îşkence nayê qebûlkirin. Abdullah Ocalan ne tenê bi têkoşîna xwe ya 40 salan a ji bo Kurdan her wiha bi ‘kuştina mêrê li nava xwe’ bû mînak ji tevahiya cîhanê re. Fikrên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê dikare aştiyê bîne. Daxwaza azadiyê ji bo Abdullah Ocalan dikim. Daxwaza azadiyê ji bo girtiyên siyasî hemûyan re dikim.”