Li Tirkiyeyê di salekê de hezar û 919 karker bûn qurbana patron û karsazan. Ji ber lêpirsîn nayê vekirin piraniya kujerên karkeran nehatine darizandin û hesab ji wan nehatiye pirsin.
Li gorî daneyên ÎSÎGM’ê li Tirkiyeyê di 2023’yan de herî kêm 1919 karker bûm qurbana patronan. Em dipirsin gelo çiqas kuştina van karkeran tê dîtin. Çiqas hesabê van kuştinan tê pirsin. Yên herî zêde kedê didin karker in, yên herî zêde zor û zahmetiyê dijîn karker in, lê yê tên kuştin, birçî dimînin xizan dimînin û nikarin debara malbata xwe bikin dîsa karker in.
Yên vîna wan li ber çavan nayê girtin û patron xwe li ser ked û xwî ya wan mezin û dewlemend dikin dîsa karker in. Yên bê sîgorta dixebitin û nikarin li nexweşxaneyan derman bibin û ji ber nexweşiyan dimirin karker in. Yên sal 12 meh di şert û mercên herî xerab de dixebitin dîsa karker in. Bi keda zêde û heqê kêm. Îro li Tirkiyeyê bi milyonan karker hene.
Lê her yek bi serê xwe ye. Her yek tenê li karê xwe û roja xwe difikire. Gelek sendîkayên karkeran hene. Lê sendîkayên karkeran hesabê van kuştinan ji patronan napirse. Her sendîkayek li gorî xwe ye. Eger pirsgirêkên hemû karkeran yek bin, eger li her derê û her demê karker tên kuştin, birçî dimînin û keda wan tê xwarin, çima sendika nabin yek?
Çima karker nabin yek?
Çima karkeran di bin sîwana xwe de kom nakin û rê li pêşiya van komkujiya nagirin. Di encamê de pirsgirêkên hemû karkeran yek e. Êşa tevan yek e. Hemû kedê didin. Keda karkeran tê xwarin. Mafê wan ê tenduristî, rêxistinî û vînê tê binpêkirin. Eger armanca sendîkayan parastina kedê û parastina maf û vîna karkeran be, çima her sendîkayek li têlek tembûrê dixe. Çima bi hev re li têlan naxin. Gelo agahiya sendîkayên karkeran ji bilançoya kuştina karkeran heye. Gelo çiqas dane û raporan dişopînin?
Li gorî îstatîstîka ku Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) kom kiriye, di çileyê de 115, di sibatê de 226 karker, di adarê de 130 karker, di nîsanê de 123 karker, di gulanê de 147 karker, di hezîranê de 160 karker, di tîrmehê de 184 karker, di tebaşê de 206 karker, di îlonê de 153 karker, di cotmehê de 151 karker, di mijdarê de 145 û di kanûnê de jî 154 karker bi giştî di 2023’an de herî kêm 1919 karker hatin qetilkirin ango bûn qurbana kar.
Patron tên parastin
Karker bûn qurbana patronên xwe. Eger di salekê de nêzî 2 hezar karker li welatekî bên kuştin an jî bibin qurbana qezayên kar, wê demê li wî welatî ewlehiya karkeran tune ye. Tenduristî û mafê karkeran nayê parastin. Dijberî vê yekê tenê patron tên parastin. Tenê mafê patronan tê parastin. Eger karker tune bin, patron dê çawa kar bikin. Eger ked tune be, dê kar, afirînerî, hilberîn dê çawa pêş bikeve.
Ji bo welatek pêş bikeve li şûna patronan divê zêdetir qîmeta karkeran bê zanîn. Divê zêdetir mafê karkeran bê parastin. Li aliyê din divê karker jî tev vîna xwe dengê xwe û hêza xwe bikin yek. Divê hemû ji bo hev têbikoşin.
Ku her kes li xwe bifikire!
Eger her karkerek li cem xwe bibêje ‘Bila karê min hebe, yê hevalên tune be jî ji bo min ne pirsgirêk e’, wê demê bi destê xwe keda xwe û vîna xwe erzan dike. Bi destê xwe koletiyê pêş dixe. Ji xwe tişta patron dixwaze jî ew e. Wê demê divê karker hemû ji bo hev têbikoşin. Bi hev re û bi yek dengî têbikoşin. Nexwe sal bi sal dê kuştina karkeran zêde bibe û kes jî nabihîze.
Ku patron neyên cezakirin…
Li aliyê din rolek mezin dikeve ser çapemenî, parazvanên mafên mirovan, partiyên siyasî û sendîkayên karkeran. Eger hemû bi hevre tênekoşin dê kuştina karkeran neyê dîtin. Kuştina karkeran neyê dîtin, patronên qatil jî nayên dîtin. Ku neyên dîtin dê neyên darizandin û nayên cezakirin jî. Heta ku patronên kujer li ser kar bin, kuştina karkeran jî dê bidome. Divê bi hev re ji vê yekê re bêjin bes e.