Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku îro jina kurd Leyla Elîremayî ya ji gundê Bêsaran a ser bi bajarê Merîwan a rojhilatê Kurdistanê, di encama gulebarana raste rast ya pasdarên Îranê de hat kuştin.
Hat diyarkirin ku Leyla Elîremayî 35 salî ye û dayika du zarokan e.
Li gorî heman daxuyaniyê, kujer bi navê Keywan Basemî ye û endamê artêşa Pasdarên Îranêye. Buyer li bajarokê Hîcret bi nasnav Cucesaz ya li dewruberê Merîwanê ru da.
Rêxistinê da zanîn ku hêzên ewlehiyê zext li malbata Elîremayî kirine ku ji axaftina bi rêxistinên mirovî dûr bisekinin û di encamê de êşkence û tundî li wan hatiye kirin.
Hêjayî gotinêye ku Rêvebera Rêxistina Parastina Jinan ya Atna Zehra Îftîxarzade ragihand ku ji destpêka salê ve 63 jin li bajar û navçeyên cuda yên rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine kuştin.
