8 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên Rojhilat banga grev û çalakiyên giştî kirin

Xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja dehemîn de didomin. Partiyên rojhilatê Kurdistanê ji bo mezinkirina çalakiyan banga kir ku roja pêncşemê grev û çalakiyên giştî pêk bên

Partî û rêxistinên rojhilatê Kurdistanê li dijî êrişên li ser xwepêşandaran û kuştina welatiyan a li parêzgehên Kirmaşan, Îlam û Loristanê daxuyabiyek hevpar dan.

Di daxuyaniya xwe ya hevpar de hat gotin ku xwenîşandanên ku li Îranê didomin têkoşîna “maf, azadî, vegerandina rûmeta mirovahiyê û bidawîanîna cudakariyê” ne. Di daxuyaniyê de midaxeleya tund a li hemberî daxwazên gel hat şermezarkirin.

Herwiha bang li xelkê hat kirin ku di 8ê çileya 2026an li seranserê rojhilatê Kurdistanê deriyên dikanan venekin û greva giştî bikin.

Di daxuyaniya partiyên kurdî de ev tişt hat gotin: “Armanca van xwenîşandanan bidawîanîna polîtîkayên înkar, piştguhkirin, komkujî, teror û cudakariya çandî ye ku bi dehan sal in didomin. Em ji bo nîşandana hevgirtina xwe ya bi berxwedana rûmetê ya xwişk û birayên xwe yên li Kirmaşan, Îlam û Loristanê re roja pêncşemê diçin greva giştî.”