12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên Misrê der barê gef û tevgerên dewleta tirk de daxuyanî dan

Konseya Serokatiya Hevgirtina Niştimanî ya Partiyên Siyasî ên Misrê ji bo siyasetên dewleta tirk ên der barê Sûriyeyê de daxuyanî da. Konseya Hevgirtina Niştimanî li avahiya partiya ( El Cîl El Cedîd) Nifşê Nû di 26’ê gulanê de civînek lidar xist û piştî civîna 3 seatan daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand. Civîn bi tevlêbûna gelek berpirsên Patiyên Siyasî yê Hevgirtina Niştimanî pêk hat ku di nava wan de kordînatorê hevgirtinê û serokê partiya Nifşê Nû Nacî El Şehabî, Rafaîl Bulis serokê partiya Netewî ya Misrê, Rida Ebu Hecî serokê partiya Misir a Pêşerojê, jî hebûn.

Di daxuyaniyê de liv û tevgerên dijminane ên dewleta trik li dijî axa Sûriyeyê hate şermezakirin. Di daxuyaniyê de hate gotin: Em destwerdana dewleta tirk û dagirkirina axa Sûriyeyê şermezar dikin her wiha em daxuyaniyên serokomarê tirk Tayip Erdogan ên der barê êrîşkirina axa Sûriyeyê şermezar dikin. dewleta tirk dixwaze li deverên Sûriyeyê yên ku dagir kiriye niştecihan ava bike û dixwaze ku destwerdaneke din a leşkerî ya ne hiqûqî û ne rewa bike.

Hebûna dewleta tirk ya li ser axa Sûriyeyê derqanûnî û li dijî peymanên navneteweyî yên Neteweyên Yekbûyî ye. Destwerdana dewleta tirk tê wateya binpêkirina serweriya welatekî din û dagirkirina axa wî welatî. Her wiha hewldana guhertina demografiya wê herêmê jî sûcekî mezin e.

Em wekî koalisyona Niştimanî ya Partiyên Siyasî van kirinên dewleta tirk û dagirkirina axa Sûriyeyê şermezar dikin û dubare piştgiriya xwe ji bo yekitiya axa Sûriyeyê didin xuyakirin.

Her wiha em bang li DYA’yê û hevpeymanên wê yê koalisyona navnetewî dikin ku bi berpirsiyariyên xwe rabin. Em dibêjin ku DYA û koalisyona navneteweyî  jî dê ji alî siyasî û hiqûqî ve berpirs bin ji hemû kiryarên ku dê ev êrîşên dagirkiriyê bi xwe re bîne.

25-5-2022

Koalisyona Niştimanî ya Partiyên Siyasî yên Misrê