7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên Kurdistanî: Statûya Rojava di ser her tiştî re ye

Partî û saziyên Kurdistanî yên li bakurê Kurdistanê, têkildarî êrîşên Dewleta Tirk û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li gelê kurd, hêzên navneteweyî û Dewleta Tirk hat kirin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadî,  Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat (DDKD), Komeleya Şêx Seîd û Platforma Yekitiya Jinên Kurd têkildarî êrîşên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter a SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyeke hevpar dan.

Daxuyanî li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat hat dayîn. Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û nûnerên partî û saziyên din jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bi zaravayên kurdî yên kurmancî û dimilî pankarta ‘Parastina Rojava pêkanîna yekitiya neteweyî ye’ hat hilgirtin.

Metna hevpar ji hêla endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a DBPê Bêrîvan Helen Işik ve hat xwendin.

Metna daxuyaniyê ya bi sernavê “Parastina Rojava pêkanîna yekitiya neteweyî ye” wiha ye:  “Li cîhanê û herêma me pêşketinên girîng ên siyasî pêk tên. Sînorên sed sal berê ji hêla hêzên serdest ve hatine xêzkirin û statûkoya hatiye avakirin îro bi lez diguhere. Wekî sed sal berê îro jî Kurdistan di navenda van pêşketin, guherîn û veguhrînan de cih digire. Statûkoya li ser înkara kurd û Kurdistanê hatî avakirin parçe parçe hildiweşe û rewşek polîtîk ya nû derdikeve holê. Ev rewş di serî de gelê kurd ji bo hemû gel, bawerî û çandên herêmê derfeta destpêkeke nû dide. Hêvî ew e ku pergaleke hemû pêkhateyên vê axê bi nasname, reng, deng û mafên xwe, bi awayek wekhev bijîn, bê avakirin. Lê mixabin hişmendiya nijadperest û yekperest a dewletên herêmê di siyaseta red û înkarê de israr dike.

Rejîma Sûriyeyê ku parçeyek pergala li ser înkara gelan hatibû avakirin, piştî şerê navxweyî yê 14 salan, di nav du hefteyan de hilweşiya. Bi hilweşîna rejîma Baasê re cardin derkete holê ku tu îktîdar û serweriyên li ser siyaseta red û înkara gel, bawerî û cudahiyan hatiye avakirin, nikare xwe li ser piyan bigire. Têkçûyîna rejîma Baasê û parçebûna statûkoya li ser hîmê red û înkarê ji bo avakirina pergalek wekhev û demokratîk derfetê dide. Divê li Sûriyeyê pergaleke hemû gel, bawerî, çand û cudahiyan digire nav xwe bê avakirin. Ji bo vê pêwistî heye demildest pêvajoyek siyasî bê destpêkirin û çarenûsa Sûriyeyê ji hêla hemû pêkhateyên Sûriyeyê yên wekî kurd, ereb, tirkmen, ermen, durzî, êzîdî, elewî, nûsayrî û suniyan ve bê teşekirin.

Ji bo Sûriyeyeke nû nabe ku ne hêzek hundirîn cardin desthilatdariya xwe li ser beşên din ava bike; ne jî hêzên derveyî polîtîkayên xwe bisepînin. Dubarekirina polîtîka û rêbazên nijadperest, yekparêz, red û înkarê dê kûrkirina şerê heyî pêvetir tu encamê nede. Divê hemû hêzên navneteweyî û dewletên herêmî ji îradeya gel û pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn re rêzdar bibin. Ji bo avabûna pergaleke demokratîk hewl bidin û alîkar bibin. Di vî milî de yek ji dewleta zêde berpirsyarî dikeve ser milê wê jî Tirkiye ye. Lê mixabin kirinên Tirkiyeyê yên çend hefteyên dawiyê dijberî berjewendiyên gelên Tirkiyeyê, gelên Sûriyeyê û hem jî gelên herêmê ne. Ji ber ku pirsgirêka xwe ya bi kurdan re çareser nekiriye, Tirkiye hewl dide ku polîtîkaya xwe ya red û înkarê li tevahiya herêm û cîhanê belav bike.

Tirkiye ku 14 sale bênavber êrîşî destkeftî û statûya rojavayê Kurdistanê dike, bi têkçûna rejîma Baasê re lez da êrîşên xwe. Tirkiye dixwaze bi tevahî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Her çiqas bi destên komên çete bê kirin jî ev êrîş bi biryar, organîze û alikariya Tirkiyeyê tên meşandin. Gelê kurd baş dizane ku ev êrîş û hewldanên dagirkirina Rojava encama polîtîkayên red û înkara gelê kurd a sed salên dawiyê ye. Hişmendiya nijadperest a Tirkiyeyê li ku derê bibe bila bibe, naxwaze kurd bibin xwedî statû û maf. Polîtîka û kirinên Tirkiyeyê ne li Tirkiyeyê û ne jî li Sûriye û Iraqê pirsgirêkên heyî çareser nake, dijminatiya di navbera gelan de kûr dike.

Di vê çarçoveyê de berî her tiştî banga me li gelê kurd e. Statûkoya li ser tunebûna gelê kurd hatiye avakirin, îro diheje û hildiweşe. Li dijî hemû êrîşan jî gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya jinan de modela jiyana wekhev afirandiye. Lê dewletên nijadperest û zayendperest dixwazin vê modelê têk bibin û bi rêbazên nû gelê kurd bêstatû bihêlin û hebûna wê ji holê rakin. Êdî tehemûla gelê kurd ji bêstatûbûnê re nemaye. Koalîsoyana dewletên li dijî statûya gelê kurd hilweşiyaye. Îro herî zêde Tirkiye û hevalbendên wê li dijî statû û mafên gelê kurd derdikeve. Ji bo wê em sedsalek din bêstatû derbas nakin. Statûya rojavayê Kurdistanê ji bo me di ser her tiştî re ye. Roj roja xwedî derketina li Rojava û statûya vê parçeya Kurdistanê ye. Ji bo vê em bang li hemû gelê kurd û pêkhateyên wê yên siyasî dikin ku bi hemû derfetên xwe ji bo misogerkirina statûya rojava bibin yek û hewl bidin.

Banga me ya duyemîn ji bo raya giştî ya navneteweyî ye. Îro sedemek bingehîn a kaosa Rojhilata Navîn, parçekirina Kurdistanê û bêstatûhiştina gelê kurd e. Ligel hemû polîtîkayên tunekirin, êrîş û komkujiyan jî gelê kurd îro wekî hêza îstiqrar û demokrasiyê ya herî bingehîn e. Ji bo vehisîna kaosa Rojhilata Navîn divê mafên gelê kurd bên naskirin. Ji bo vê em wekî partî, sazî û dezgehên kurdan bang li raya giştî ya navneweteyî dikin ku piştgiriyê bidin rojavayê Kurdistanê û statûya gelê kurd a li vir nas bikin û piştgirî bidin. Ev berpirsyariyeke mirovî, exlaqî û wijdanî ye.

Banga me ya dawiyê jî ji bo gel û desthilatdariya Tirkiyeyê ye. Statû û mafên gelê kurd,  kêm û qels nekin. Hebûna gelê kurd hêmaneke ku zirarê dide gelê tirk nîne. Bi rastî jî ku behsa wekheviya hezar salan bê kirin, divê îro Tirkiye êrîşî destkeftî û statûya gelê kurd a li Rojava neke, berovajî vê divê têkilî pêre deyne û piştgirî bide.

Bi vê boneyê em dibêjin roj roja parastina statûya Rojava ye. Werin em bi hev re Rojava biparêzin.”