Serokê Giştî yê Partiya Çep a Ewropayê ku temsîla 26 partiyên çep ên welatên Yekîtiya Ewropayê dike Dr. Walter Baier ji serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Dr. Ian Borg re nameyek şand.
Di nameyê de ji serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hat xwestin, ku di mijara ‘Mafê Hêviyê’ de gavên bi biryar biavêje. Herwiha îşaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hat kirin ku ji ber binpêkirina mafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran Tirkiye şermezar kiriye.
Serokê Partiya Çep a Ewropayê binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ bi bîr xist û destnîşan kir ku ji bo bicihanîna van biryaran, bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina mekanîzmayên berdanê yên gengaz, rûniştina 15ê Îlonê firsendeke krîtîk e.
Di nameyê de hat gotin: “Ocalan di heman demê de ji bo xwerêveberiya demokratîk û aştiyê ya li herêmê muzakerevanê sereke ye. Azadî û tevlibûna wî ne tenê ji bo edaletê, herwiha ji bo aştiyeke mayinde, demokrasî û aramiyê jî pêwîst e û girîng e. Em bi rêzdarî ji Komîteya Wezîran dixwazin ku ji bo Tirkiye hurmetê nîşanî mafên mirovan û serweriya hiqûqê bide, bi lez bikeve nava liv û tevgerê.”