CHP a îroyîn ji bilî dirûşm û bi lîstina hestên civakê peywirdarên ne tû ristekî ye. Tewra ne birdozî û konevaniya Mustafa Kemal diparêze û ne jî, ji bo di Rojhilata Navîn de komar li gorî nasnama xwe bibe xwedî nasnama xwe, li gorî şert û mercên ku îro di pêşengtiya kapîtalîsta nûjen de, ku îro li ser axa Kudistanê şerê cihana sêyemîn daye destpêkirin de; di de veguhertin.
Ev 80 sal in CHP bi tena serê xwe çima nabe desthilatdar? Di 1923yan de bi du nasnameya hebûna xwe da damezirandin. Nasnama sereke xwe di quncikekî xalî û talde de veşartin. Ya mayîn jî ji bo parastina rûpûşiya xwe, xwe di rêveberiya CHPê da bicihkirin.
Ji bo ku gelê kurd û kurdistanî bi nasnama xwe nejîn, di xwîna dar û kevirên Kurdistanê mijiya! Pêvajoya Civaka Aştî û Demokrasiyê vê parvekirinê napejirîne, lê mixabin rista CHPê bimirov dide parvekirin.
Ji bo komar bi nasnama xwe were nasîn gelek welathez, netewhez, demokrathez têkoşîn dane lê ew nasnama veşartî wekî cobir ku ji ronahiyê ditirse, di tariyê de tim êrîşê wan kiriye û bi alîkariya nasnama duyemîn ew di civakê de bênirx dane nasîn.
CHP a îroyîn ji bilî dirûşm û bi lîstina hestên civakê peywirdarên ne tû ristekî ye. Tewra ne birdozî û konevaniya Mustafa Kemal diparêze û ne jî, ji bo di Rojhilata Navîn de komar li gorî nasnama xwe bibe xwedî nasnama xwe, li gorî şert û mercên ku îro di pêşengtiya kapîtalîsta nûjen de, ku îro li ser axa Kudistanê şerê cihana sêyemîn daye destpêkirin de; di de veguhertin.
CHP qasî MHPê jî komarê naparêze jî! Ger komarê biparasta, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd CHP dê beriya hemû partiya deng bida dengê komara bi norm! Tewra CHP li hemberî konevaniya kapîtalîsta nûjen qasî Tevgera Azadiyê jî komarê naparêze!
Di pêşengtiya Rêbertî de ji bo di civakan de binyata aştî û demokrasiyekî mayînde gav bê avêtin, di pergala xwe de guhertin û veguhertinên dîrokî ji raya giştî re ragihandin û pêngava Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Û ji bo çareseriyê ji parlementoyê komisyonek daxwaz kir. CHP a ku digot pirsgirêka kurd bila di bin banê parlementoyê de bê nîqaşkirin, ji daxwaza komisyonê re bû neyînî; lewra, nûnerê xwe bi komîsyonê re neşand gel Rêbertî.
CHP partiyekî di tariyê de veşartî ye. Kesên wek Ekrem Îmamoglu xwediyê nasnameya nediyar di paxila xwe de dihewîne. Yê pêşîn piştgirî da biryara Ozgur Ozel ew bixwe bû. Dîrok ji wan dengan ne biyane, lewra; dengên weke dengek, dane ku komar bibe puxteya nasnama xwe û bi wê nasnamê, bê nasin. Bêguman ew hêza veşartî ku mexsed û miradê wan ne hebûna komarê ye, mebesta wan ewe ku debara xwe wê çawa tim bi aboriva ÎŞ BANKASI de domdarkirine, êrişê wan kirine û wan di civakê de wek Kemal Kiliçdaroglû bênirx dane nasîn.
Ev CHP a xwedî nasnameya nediyar ji bo xwe mafdar derxe nîqaşekî bi navê êrişê nasname, nirx û mêjiyê gelê kurd û kurdistaniyan dike. Ji bo pêşkêşkirina hin zagona wayê komisyon amadekariyê dike. Ew zagon ji bi Aştî û Cikava Demokratîk bê mayendekirin û bi vê civakê çareseriya pirsgirêka kurd û komarê bê çareserkirin, gelo CHP dê erê bike? Mixabin! Teqez û misoger diyar dikim ku di erêkirinê de ew ê bêje na! Lewra CHP partiyekî xwedî nasnameyekî tarî ye!
Pêngava ku Rêbertî daye destpêkirin wê ji tarîtiya CHPê re jî bibe RONAHÎ, Komar jî dê bibe xwediyê nasnama xwe ya komara demokratîk!
