Di şerê li dijî gelê kurd de ji roja destpêkê heya roja îro dewleta tirk a dagirker piştgiriya herî mezin ji welatên NATO’yê girt. Di çarçoveya vê hevkarî û piştgiriyê de welatên endamên NATO’yê di şerê li dijî gelê kurd bûn şirîkê dewleta tirk. Her ku artêşa dagirker di şerê li dijî gerîlayên Kurdistanê de hat ber noqteya têkçûnê, bi çek û teknolojiya herî nû ya pêşketî bi awayekî aktîf piştgirî dan dewleta tirk a dagirker û deshilata faşîst a AKP-MHP’ê.
Ji vî aliyî ve li dijî gelê kurd konsepteke berfireh û pir alî di dewrê de ye. Ev konsepta ku di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de bi îmzekirina Peymana Lozanê ketiye dewrê di 18’ê Sibata 1952’yan de bi endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê derbasî qonaxek nû bûye. Di çarçoveya vê konseptê de NATO di şerê li dijî gelê kurd de bû aliyekî şer. Dewleta tirk a dagirker jî her demê xwe spart vê hevkariyê û li dijî gelê kurd dest bi komkujyan kir. Bi dehan komkujiyê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine kirin ji vê hevkariyê ye. Ev hevkariya bi NATO’yê re dihêle ku welatên cîhanê li dijî van kiryarên dermirovî yên dewleta tirk bêdeng bin. Îro ev bêdengî li dijî Tevgera Azadiyê veguheriye dijberiyeke mezin.
Serokên welatên endamên NATO’yê du rojan li paytexta Lîtvanya Vîlnîûsê li hev civiyan. Mijarên sereke yên civînê şerê hêzên hegemon ê li Ukraynayê, endamtiya Swêdê ya ji bo NATO’yê û tedbîrên li dijî Rûsya û Çînê bûn. Lê di rûniştina veşartî de stratejiya NATO’yê ya Rojhilata Navîn yek ji rojevên sereke bû. Di vê civînê de bi taybetî li dijî rojavayê Kurdistanê û îradeya wê ya siyasî biryar hatin girtin.
Rastiya krîza aboriyê
Di vê civînê de li ser şantaj û gefên dewleta tirk ên li dijî welatên rojava û bi vê ve girêdayî hevkariya li dijî kurdan derket pêş. Ev lihevkirin polîtîkayên dewletan ên berjewendîperest û durû bi awayekî zelal derxist holê. Ev lihevkirin tê wateya şerê li dijî kurdan û berdewamiya polîtîkayên qirkirinê. Nêzîkatiya bi vî rengî ya li dijî gelê kurd bi her awayî li dijî deskeftiyên gelên herêmê ye û bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Lihevkarina heyî, bi her awayî nenaskirina îradeya gelên herêmê ye. Ligel vê xwe ferzkirin e. Dewletên li Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî ji dagirkerî û komkujiyên dewleta tirk re bêdeng man, niha hewl didin bi peymanên wisa sergirtî li herêmê destkefiyên gelan xesp bikin. Ji bo vê ji xwe re xulamekî mîna dewleta tirk a dagirker hilbijartine ku jixwe ew jî dijminê sondxwarî yê gelan e.
Şefê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê Recep Tayyîp Erdogan ji destpêkê ve bi şantaj û gefan hewl dide li dijî destkeftiyên Şoreşa Rojava eniyekê ava bike. Tiştên ku bi xwe û çeteyên xwe nikare li herêmê pêk bîne, niha dixwaze bi hevkariya hêzên navneteweyî pêk bîne. Ji bo vê serî li her cure fen û fûtê dide. Ji xwe gelek welatên rojavayî jî di bin navê parastina berjewendiyên xwe de serî ji van şantajên rejîma faşîst re ditewînin. Peymana di civîna NATO’yê de hate îmzekirin jî yek ji van e.
Desthilata AKP-MHP’ê bi hêz û morala ji vê hevkariyê digire êrîşî gelê kurd û destkeftiyên wan dike. Di çarçoveya şerê li dijî gelê kurd de aboriya welat têk bir. Dizî û talana heyî, di bin navê şer de vedişêre. Hefteya borî bûdçeya artêşa dewleta tirk (trilyonek û 119 milyar û 514 milyon û 513 hezar TL) bi îmzeya Erdoganê faşîst pêşkeşî Meclisê hate kirin, hate qebûlkirin. Dewleta di nava krîza aborî de ye dema mijar dibe şerê li dijî kurdan perayan dirijîne. Lê krîza aborî êdî wan bi her awayî tengav kiriye.
Hebûna xwe ferz dike
Siyaseta şer a şefê faşîst ê tirk Tayîp Erdogan a li dijî kurdan, aboriya Tirkiyeyê têk dibe. Krîza aborî ya heyî jî her ku diçe kûr dibe. Butçeya serê salê hatibû veqetandin, hê di nîvê salê de xelas bû. Lewma jî şefê faşîst Erdogan û şirîkê wî yê biçûk Bahçelî ji bo fînansekirina şerê li dijî kurdan di nava tevgerê de ne. Bi vê armancê Erdogan bi şandeyek berfireh a wezîran serdana Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratên Ereb kir.
Krîza aborî çareser nabe
Beranberî firotina hebûn û şîrketên girîng ên Tirkiyeyê, ji wan welatên dewlemendên kendavê pere xwestin. Erdogan li her sê welatan gelek peyman îmze kirin. Piraniya peymanan demdirêj in. Erdogan û medya hawiz, peymanên hatin îmzekirin weke ku wê bi wan bi dehan milyar dolar werin û krîza aborî çareser bibe nîşan dan. Lê di rastiyê de tiştekî wisa nîne. Pispor berovajiyê angaştên Erdogan dibêjin heta hişmendiya şer û dijminahiya kurdan bidome wê Tirkiye nikaribe ji krîzên aborî rizgar bibe. Pereyên ji welatên dewlemend werin jî tenê wê bikaribin çend hefteyan rewşê îdare bikin.
Li dijî vê rastiyê Erdogan mîna her car dîsa hewl dide bi rêya çapemeniyê rojevê bide guhertin. Lê tê dîtin ku li dijî bihayên zêde, xizanî û têkçûna aboriyê tu tedbîr ango projeyek kêrhatî ya desthilata AKP-MHP’ê nîne. Ev deshilata faşîst a li ser dijminatiya gelê kurd xwe ava kiriye hewl dide dîsa bi gotinên “welat têk diçe” gel bixapîne û hebûna xwe li ser gel ferz bike.
Divê êdî ne gelê kurd û hêzên demokrasiyê hemû civaka Tirkiyeyê rastiya vê desthilata faşîst bibîne û li dijî wê xwedî helwest be. Divê bê dîtin ku siyaset şer û tecrîdê bi her awayî dide windakirin.