12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlementerê Îranê: Li Sûriyeyê 6 hezar leşkerên me hatin kuştin

Parlementerê Îranê Mihemed Manan Reîsî ji bo hilweşîna Rejîma Esad got: "6 hezar leşkerên me li Sûriyeyê hatin kuştin. Lê me di hefteyeke de Sûriyeyê radestê tundrewan kir."

Rejîma Îranê ji sala 2011an hem bi leşkerên xwe hem jî bi piştgiriya madî yek ji alîgirê Rejîma Beşar Esad bû. Piştî hilweşandina Rejîma Esad parlamenterê Îranê Mihemed Manan Reîsî di gotarek xwe de bal kişad ser piştgiriya ku ji bo Esad hatiye dayîn û wiha got: “Rewşa li Sûriyeyê rê da rewşeke balkêş e. Li Sûriyeyê 6 hezar leşkerên me hatin kuştin û bi milyar dolaran hat xerckirin.”

Ya ku li Suriyeyê rûdayî balkêş bû, ji ber ku nêzî 6 hezar leşkerên me di şerên li Suriyeyê de hatin kuştin û milyaran dolar hat xerckirin. Piştî ewqas berdêlan me di nav hefteyeke de me Sûriyeyê radestê tendrewan kir.”

Hêjayî gotinê ye ku cara yekemîn e rayedarek Îranê hejmarek wiha bilind ya kuştina leşkerên îranî ya li Sûriyeyê aşkere dike.