Rojnameya Şerq El Ewsat der barê dosyaya penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê de nûçeyek bi sernavê ’Parlamento beriya rûniştina yekkirina helwestên hemberî penaberiya ji Sûriyeyê dicive’. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku li ser banga serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî û serokê hikumeta demkî Necîb Nîqat, dê parlamaneto roja çarşemê bicive. Hate destnîşankirin ku rojeva yekane ya civînê dosyaya penaberên Sûriyeyê ye. Hat bibîrxistin ku ku 28’ê Gulanê dê bi heman mijarê kongreyek li Brukselê were lidarxistin.
Li gorî rojnameyê, rojeva penaberên Sûriyeyê hemwextî peyama wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad a ji hempîşeyê xwe yê Lubnanê Ebdullah Bû Hebîb re pêk tê û hate gotin, Miqdad hişyarî dabû ku civîna siyasî veneguhere “êrîşa li ser Şamê”.
Di dewama nûçeyê de hate destnîşankirin ku endamên parlamentoya Lubnanê beriya civîna roja çarşemê, dê roja sêşemê civîneke şêwirî li dar bixin da ku li ser yekkirina helwestên der barê dosyaya penberan de bighêjin reşnivîsekê.