12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamentoya Ingilîstanê koma dostaniya bi kurdan re ava kir

Li Parlamentoya Îngilistanê Koma Dostaniya Kurd (APPG on Kurds) hate avakirin. Parlamenterên partiya desthilatdar Partiya Karker, Partiya Muxafazakar a li muxalefetê û gelek lord jî di nav komê de ne.

Li Îngilistanê di 4’ê Tîrmehê de di encama hilbijartinê de Partiya Karker (Labour) bû desthilatdar û Partiya Muhafazakar (Conservative) piştî 14 salan desthilatdarî winda kir. Piştî ve guhertinê bi Serokwezîrtiya Keir Stamer desteyeke nû ya wezîran hate avakirin. Partiya Karker parlamentera Kurd û Elewî Feryal Clark Demîrcî kir Wezîra Teknolojiyê.

Li dû vê guhertina li Parlamenta Îngilistanê bi Kurdan re ‘Komeke Dostaniyê’ ya nû hate avakirin. Li Parlamentoya Îngilistanê salên derbasbûyî bi berdevkiya yek ji dostên girîng ên gelê Kurd ê parlamenterê berê yê Brightonê Lloyd Russell-Moyle Koma Piştevaniya bi Kurdistaniyên li Sûriye û Tirkiyeyê re hatibû avakirin.

Piştî guhertina desthilatdariyê ya li Îngilistanê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li nava Parlamentoya Îngilistanê ketin nava karekî berfireh ê dîplomasiyê û ji bo karibin kampanyayên têkildarî pirsgirêka Kurd di nava siyaseta Îngilistanê de nîşan bide, kar zêde kirin.

Koma Dostaniya bi Kurdan re (APPG on Kurds) civîna xwe ya destpêkê li avahiya parlamentoyê lidar xist. Parlamenterê Partiya Exeter ê Labour Party Steve Race malovaniay civîna destpêkê ya Koma Dostaniyê re kir, ku di nava atmosfereke şer û krîzê ya li Rojhilata Navîn de hate lidarxistin.

Li gel gelek parlamenteran her wiha ji Zanîngeha Oxfordê Rektora Koleja Somerville Baroness Janet Royall, Wezîra Zanistî û Teknolojiyê Feryal Clarkd Demîrcî û nûnerên Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd û MSD’ê tevlî bûn.

Wezîra Kurd û Elewî Feryal Clark di civînê de diyar kir ku divê koma parlamenteran di dema nû de karibe xwe bigihîne civaka Kurd a li her devera Brîtanyayê.

Lord Michael Cashman jî bal kişand ser polîtîkaya zext û zilmê ya li Kurdan tê kirin û pêşniyar kir ku karê çalak ê li dijî zilma li Kurdan di rêziknameya Koma Parlamenteran de bê bicihkirin.

Di beşa dawî ya civînê de rêveberiya fermî ya koma parlamenteran hate diyarkirin û dostê gelê Kurd parlamenter Steve Race weke berdevkê komê hate diyarkirin.

Endamên APPG on Kurds bi vî rengî ne: “Steve Race MP, Matt Vickers MP, Ayoub Khan MP, Harpreet Uppal MP, Alex Sobel MP, Kim Johnson MP, Bambos Charalambous MP, Shockat Adam MP, Jack Abbott MP, Joe Powell MP, Bob Blackman MP, Blair McDougall MP, Bell Riberio-Addy MP, John McDonnell MP, Barry Gardiner MP, Neil Coyle MP, Dr Zubir Ahmad MP, Joani Reid MP, Dan Aldridge MP, Steve Yamm MP, Jo White MP, Siobhan McDonagh MP, Jim Dickson MP, Grahame Morris MP, Rupa Huq MP, Chris Law MP, Marsha de Cordova MP, Fabian Hamilton MP, Yasmin Qureshi MP, Matt Western MP, Gregor Poynton MP, Mike Reader MP, Tim Roca MP, Baroness Jan Royall, Baroness Goudie, Lord John Mann, Lord Toby Harris, Lord Spellar, Lord Iain McNicol, Lord Peter Hain, Lord Michael Cashmen.”