Parlamentoya Brîtanyayê bi rojeva sûc û êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên destekkirin ve yên li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê duh êvarî civînek li dar xist.
Hejmareke mezin ji parlamenterên brîtanî, dîplomatên berê, rojnameger û pisporên siyaseta navneteweyî beşdarî civînê bûn. Di civînê de ambargo, êriş, sûc û hedefkirina binesaziyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin kirin, hatin nîqaşkirin.
Parlamentera Brîtanyayê Kate Osborne diyar kir ku taxên ku niştecih piştî salan koçberiyê lê bi cih bûbûn, bi obîsan bi dijwarî hatin topbarankirin û pevçûn berdewam in. Herwiha anî ziman ku bûyerên li Helebê qewimîn ku bûn sedema koçberiya bi hezaran kesî û windahiyên mirovî û got, ev yek binpêkirineke aşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ne.
Kate Osborne got: “Nabe ev binpêkirin werin paşguhkirin. Mal tên bombebaran kirin û tevahiya taxan careke din tên valakirin.”
Kate Osborne ku li şahidên wan sûcan guhdarî kir got, dê zextê li hikûmeta Brîtanyayê bike da ku vê dozê li ser astên fermî bikeve rojev û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Divê em mijaran bi navên wê yên rasteqîn pênase bikin; qirkirineke etnîkî ye. Divê ev vê rewşê red bikin û ji bo parastina mafên mirovan û qanûnên navneteweyî bixebitin.”
Rojnamegera kurd Ronahî Hesen jî behsa rewşa mirovî ya xirab a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir, bal kişand ser dorpêçê û komkujiyên li dijî sivîlan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatine kirin.
Ronahî Hesen got, li dijî kurdên li Helebê tundî qirkirineke etnîk ji aliyê hikûmeta demkî ya xwedî fikrên tundraw ê cîhadîst ve tên kirin.
Ronahî Hesen destnîşan kir ku sûcên bi vî rengê ne tenê li dijî kurdan hatin kirin, di heman demê de li dijî elewî, durzî û xiristiyanan jî hatibûn kirin û wiha domand: “Tevî peymanên ku divê wan biparêzin, lê îro kurdên sivîl tên dorpêçkirin, birçîkirin û bi zorê tên koçberkirin, nexweşxane tên hedefkirin û endamên Asayîşê tên kuştin.”
Rojnameger Ronahî Hesen der barê sûcên hatine belgekirin de got: “Cenazeyên xirabkirî, çavên derxistin û cenazeyên ji avahiyan hatin avêtin hatin belgekirin. Hin ji van sûcan ji aliyê kesên ku bi xwe kiribe ve hatin belavkirin.”
Ronahî Hesen ji hikûmeta Brîtanyayê xwest li hemberî van sûcan berpirsyariyên xwe yên exlaqî û siyasî û dîrokî pêk bînin û got: “Dîrok dê yên bi edaletê re sekinîne û yên bêdengî hilbijartine bi bîr bîne.”
