Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku zêdetirî du salan e agahî nayê girtin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û parlamenterên HDP’ê Omer Ocalan, Feleknas Ûca, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Şevîn Coşkûn, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî, Abdûllah Koç, Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Erdal Aydemîr ji bo dawî li vê tecrîda giran bê anîn, ketin nava liv û tevgerê û ji ber ku bersiv nade serlêdana wan a ji bo tecrîdê ber bi Wezareta Edaletê ve dest bi meşê kirin.
Fikarin cidî hene
Heyet li nêzî Wezareta Edaletê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Di dema meşê de dowîzên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye”, “Bila li Îmraliyê hiqûq bi cih bê anîn” û “Parêzer biçin Îmraliyê” hatin hildan. Heyetê li ser çalakiyê daxuyaniyek da. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bi bîr xist ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan her roj tê şidandin û got, “Nêzî du sal in agahî jê nayê wergirtin. Çend roj berê heyeta CPT serdana giravê kir, lê belê daxuyaniyek neda raya giştî.”
Ozturk got, “Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku Birêz Ocalan bi heyeta CPT re rûneniştiye. Vê yekê di nava gelê me de têkildarî tenduristî û jiyana Ocalan bû sedema fikarên cidî. Ev nêzîkatî binpêkirina hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. Li dijî vê tecrîdê ku gihîştiye asteke krîtîk, di serî de gelê me em bang hêzên demokrasiyê dikin û bi gotin û çalakiyê li ber tecrîdê rabin.”
Tecrîd di asteke krîtîk de ye
Berdan Ozturk got, “Kengî dengê Birêz Ocalan bê bihîstin hêviya ji bo aştiya civakî û paşeroja Tirkiyeyê zêde dibe” û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd di çareseriyê de xwedî rola diyarker e.” Di daxuyaniyê de hate gotin, “Divê desthilatdarî bihêle ku Birêz Ocalan karibe tavilê parêzerên xwe bibîne. Ji niha û pê ve divê hiqûq ji bo Birêz Ocalan jî derbas bibe. Lewma weke parlamenteran em vê tecrîdê ku gihîştiye asteke krîtîk qebûl nakin. Em ê êdî xwe lê ranegirin.”
Heta hevdîtin bê kirin…
Ozturk destnîşan kir ku heta Abdullah Ocalan karibe parêzerên xwe bibîne wê li ber Wezareta Edaletê bin û got, “Divê tecrîd ji bo siyaseta rojane neyê bikaranîn. Nêzîkatiya li Îmraliyê ji bo me nêzîkatiya li demokrasiyê, hiqûq û rûmeta mirovahiyê ye. Ji niha û pê ve di hemû biryarên me yên siyasî de ev nêzîkatî wê bi bandor be. Em ê ji niha û pê ve guh nedin daxuyanî û gotinên manîpulekirinê yên têkildarî tecrîdê. Divê gava şênber bê avêtin. Heta ku encam bê wergirtin çalakî wê dewam bikin. Tecrîd mirin e, tunekirin e. Ya em ê bi hev re rêyekê vekin, ya jî em ê bi hev re rêyekê peyda bikin.”
Piştî daxuyaniyê li pêşiya Wezareta Edaletê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin.