Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, 26 sal in didome. Abdullah Ocalan k 43 mehan pêwendî pê re nedihat danîn, bi wî re tunebû, di 23’yê Cotmehê de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re ku di heman demê de Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê ye hevdîtinek pêk anîbû. Piştî hevdîtina ku di encama têkoşîna navneteweyî ya li dijî tecrîdê de hat lidarxistin de çêbû, careke din cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat birîn.
Parlamentera Partiya Karkeran a Arjantînê Vanîna Bîaîsî ku îmze danî bin “Kampanyaya Azadiyê” ya ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Arjantînê hat destpêkirin, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Vanîna Bîasî da xuyakirin ku wekî Partiya Karkeran, ew bi gelê kurd re hevdeng in û got ku di sala 2018’an de bi organîzekirina meşekê ber bi Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Buenos Aires a paytexta Arjantînê, sûcên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan şermezar kirine. Vanîna Bîasî da zanîn ku piştî vê pêvajoyê tevgera jinên kurd bi wan re têkilî daniye û bi hev re hevdîtin pêk anîne û got ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan red dikin.
Em azadiya Abdullah Ocalan diparêzin
Vanîna Bîasî diyar kir ku ew tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin red dikin û got: “Em astengkirina ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan qebûl nakin. ‘Mafê hêviyê’ ne girêdayî pejirandin û destûra tu dewletekê ye. Em azadiya fizîkî ya Ocalan diparêzin, ji ber ku girtina wî hem neheqî ye, hem nemirovî ye û hem jî çewisandineke eşkere ya siyasî ye. Ocalan sembola têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e û azadiya wî ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên bindest sembol e.”
Vanîna Bîasî bal kişand ser zextên li ser kurdan û got: “Demeke dirêj a girtina Ocalan, girtina siyasetmedarên din ên kurd û tayînkirina qeyûman li şaredariyên kurdan, zilma dewleta tirk û Erdogan e. Ev pêkanîn nîşaneya siyaseta paşverû û zordar e, ev rejîm daxwazên netewî yên gelê kurd înkar dike û bi awayekî sîstematîk çîna karkeran tepeser dike. Em van hemû polîtîkayên zext û zilmê, bi tundî şermezar dikin.”
Vanîna Bîasî diyar kir ku qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê wateya tunehesibandina mafên demokratîk û got ku ev rewş nayê qebûlkirin.
Vanîna Bîasî got: “Ev pêkanînên li dijî Ocalan sûcê li hemberî têkoşîna azadiya gelan e.”
Hêza çareseriyê ye
Vanîna Bîasî da zanîn ku armanca wan bi êrişan ew e ku têkoşîna gelê kurd bê moral bikin û got ku li aliyê din wê têkoşîna azadiyê hîn xurtir bibe. Vanîna Bîasî bilêv kir ku Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka kurd çareseriyek pêşkêş kiriye û got ku divê ev pêşniyaza çareseriyê û maf û daxwazên kurdan bên qebûlkirin.
Çavkanî: MA / Berîvan Kûtlû