Parlamanterê YNK’ê yê Parlamentoya Herêma Kurdistana Federe Karwan Gezneyî rastî êrîşa çekdarî hat. Gezneyî duh bi şev li navçeya Koye ya Hewlêrê rastî êrişeke çekdarî hat. Hate ragihandin ku Gezneyî ji êrîşê sax xelas bûye.
Di bûyerê de hêzekî ewlehiyê birîndar bû. Hêzê ewlehiyê yê birîndar rakirin nexweşxaneyê.