12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterê swîsreyî: Ti aliyê hiqûqî di vê tecrîdê de nîne!

Parlamenterê swîsreyî Jean Tschopp got ku tecrîda li Îmraliyê bi tu awayî ne hiqûqî ye û destnîşan kir ku divê Swîsreya endamê CPT’ê der barê rewşa Ocalan de xebatan bide destpêkirin.

Rewşa metleq a agahînestandina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 25 sal in di bin tecrîdeke giran de ye, ev 3 sal in berdewam dike. Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê jî (CPT) ku dikare biçe Îmraliyê, bi helwesta xwe pergala êşkenceya Îmraliyê zêdetir dike.

Li aliyê din jî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ berdewam dike ku pêngav li seranserê cîhanê di 10’ê Cotmehê de destpê kir. Her wiha pêngav roj bi roj di nava beşên cuda yên civakê de belav dibe û hêrsa li dijî tecrîda li Îmraliyê jî her ku diçe zêde dibe.

Yek ji kesên ku nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan da, ji pirsgirêka Kurd re daxwaza çareseriya siyasî kir û di rojên dawî de bi mebesta balkişandina tecrîda li Îmraliyê ji pêşnûmeya ku ji Konseya Federal a Swîsreyê hatibû pêşkêşkirin, îmze kiribû parêzer û hiqûqnas Jean Tschopp ê ji Partiya Sosyalîst a Federal a Swîsreyê ye. Parlamenterê Swîsreyî Tschopp têkildarî tecrîda li Îmraliyê û helwesta CPT’ê ji ANF’ê re axivî.

‘Neçûna CPT’yê guman zêde kirin’

Parlamenter Tschoppî got ku şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi tu awayî nayên qebûlkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Îro em nizanin bê ka Abdullah Ocalan sax e yan na. Bi rêya tecrîdê mafê hevdîtina parêzer û malbata Ocalan bi temamî tê astengkirin. Hewce ye hem ji ber statûya Ocalan û hem jî ji ber mafên girtiyên din têkiliya wî ya bi derve re hebe. Baş tê zanîn ku nabe ku însanek bi temam ji hemû cîhana derve re were îzolekirin û di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de were girtin, ev yek dermirovî ye. Ji ber vê yekê ev tecrîd bi tu awayî ne hiqûqî û ne jî mirovî ye.’’

Parlamenterê Swîsreyî Tschopp helwesta Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya li hemberî tecrîda li Îmraliyê jî rexne kir û got: “CPT’ê demekê beriya niha serdana hin girtîgehên li Tirkiyeyê kiriye lê belê neçûye Îmraliyê û çûna wê hatiye astengkirin. Ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin û bi tu awayî hiqûqî nîne. Hewce ye CPT biçe hemû girtîgehan. Dema ku mijar dibe Îmralî ev saziya serbixwe ku ji bo dabînkirina şert û mercên guncaw ên girtîgehan xwedî roleke girîng e, tê astengkirin û ev yek jî fikarên heyî zêdetir dike.’’

‘Divê Swîsre dest bi xebatê bike’

Tschoppî got ku divê Swîsre ku endameke CPT’ê ye, li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi xebatan bike û ev tişt bilêv kir: ‘’Swîsre di serî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî girtiyên Kurd xwedî maf e ku agahiyan werbigire ku ev mijar ji aliyê gelek saziyan ve hate rojevê. Her wiha bi min hewce ye Swîsre berpirsiyarên xwe bîne bîra Tirkiyeyê. Demekê beriya niha têkildarî doza Demîrtaş DMME’yê Tirkiye şermezar kir. DMME dibêje  ku di demokrasiyê de piranîparêzî nayê astengkirin û Tirkiyeyê ji ber tedbîrên wê yên li hemberî  mixalîfên siyasî rexne dike. Helbet biryarên DMME’yê ji bo şert û mercên hemû girtiyan derbasdar e.’’

‘Ocalan di çareserkirinê de mezintirîn aktor e’

Jean Tschopp destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de mezintirîn aktor e û got: ‘’Ocalan beriya niha di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de di nava danûstandin û nîqaşan de roleke mezin lîst. Tecrîda heyî nîşan dide ku Tirkiye naxwaze di vê mijarê de dest bi danûstandin û nîqaşan bike. Ev tecrîd di heman demê de tiştên ku li Rojava pêk tên, nîşan dide. Dewleta Tirk bi kiryarên xwe helwesteke ku nayê qebûlkirin nîşan dide. Divê dewleta Tirk şermezarkirin û rexneyên ku li wê tên kirin cidî bigire û li ser mijarên diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd hûr bibe.’’

‘Swîsre dikare navbeynkariyê bike’

Jean Tschoppî bandorên neyînî yên Peymana Lozanê yên li ser gelê Kurd û Kurdistanê bi bîr xist û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Swîsre di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî berpirsiyar e. Swîsre ku xwedî kevneşopiya niyetbaşî û navbeynkariyê ye, dikare di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bixebite û dikare ji bo bidawîbûna pevçûna di navbera aliyan de navbeynkariyê bike.’’