16 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin, ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kirin. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Mazlum Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol di hevdîtina di 27ê Sibatê de bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hatibû kirin de cih girt. Parêzer Rezan Sarica û Newroz Uysal Aslan herî dawî di 7ê Tebaxa 2019an de çûbûn Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. Piraniya serlêdanên ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên bersivandin. Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê disiplînê” tên astengkirin.

Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re di tevahiya Rewşa Awarte (OHAL) a di Tîrmeha 2016an de berdewam kir û ev yek heta sibata 2018an domiya. Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran piştî vê dîrokê her 6 mehan carekê hate dubarekirin û heta îro didome. Biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a herî dawî jî di 3yê gulana 2024an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve hate dayin.

Bi biryara qedexeyê ya dawî re di nava 8 salan de bû cara 15emîn ku ji bo 6 mehan hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran wî re tê qedexekirin.