Hevşaredara Amedê ya serdema berê Gultan Kişanak ji 31’ê cotmeha 2016’an ve girtî ye û li Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F’yê tê ragirtin. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” 14 sal cezayê hepsê li Kişanak birî. Parêzerên wê îtîrazî cezayê hepsê kirin û Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê biryara dadgeha herêmî xera kir û darizandinê ji nû ve dest pê kir.
Di vê navberê de di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de der barê Kişanak de biryara binçavkirinê hat dayîn. Piştî ku Kişanak îfade da cara duyemîn der barê wê de biryara girtinê hat dayîn. Di Doza Kobanê ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin de dosyeyên Kişanak kirin yek.
Dema girtinê 7 sal e
Li gorî Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) dema girtina asgarî 5 sal e. Di çarçoveya Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) darizandinên tên kirin salên vê wek 7 sal hat sererastkirin. Parêzerên Kişanak di çarçoveya dema dirêj ango dema girtinê tije bûye serî li Dadgeha Enqereyê dan lê hê jî tu biryarek jê derneketiye. Serokwekîla Koma HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş rewşa dema dirêj a girtina Kişanak bir rojeva Meclisê û di vî warî de rewşê ji Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç pirs kir.
Di 25’ê cotmehê de dema girtinê tije bû
Di çarçoveya sererastkirinên qanûnî de divê Kişanak di 25’ê cotmeha 2023’yan de bihata berdan lê hê jî girtî darizandina wê didome. Parêzerê Kişanak, Cîhan Aydin ji bo berdana miwekîla xwe serî li dadgehê da. Cîhan Aydin û hevjînê Kişanak, Zulkuf Kişanak mijara navborî nirxandin.
Aydin: Dadgeh bi fermanên desthilatdariyê tevdigere
Aydin diyar kir ku darizandina miwekîla wî û hemû girtiyên din ku 7 sal in tên darizandin bi serê xwe sosret e û di salên dawî de daraz li gorî ferman û biryarên desthilatdariyê gavan diavêje û biryaran dide. Aydin anî ziman ku daraz û desthilatdarî bi çavek dijminane li siyasetmedarên kurd ên girtî dinêre û got: “Di şexsê birêz Kişanak de siyasetmedarên kurd wek dijmin tên dîtin û hiqûqa dijminane li ser wan tê ferzkirin.” Aydin da zanîn ku ew nizanin wê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) çi biryarê bide û her ku diçe AYM’ê jî tê bêrûmetkirin û her ku desthilatdarî tiliya xwe ji AYM’ê re dihejîne ew jî neçar e ku fermana desthilatdariyê tercîh bike.
Dê têkoşîna xwe bidomînin
Aydin bi bîr xist ku wî bi sedema “girtina dirêj” da ku Kişanak bê berdan serî li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku Doza Kobanê lê tê lidarxistin daye û hê jî tu biryar nedaye lê heke serlêdana wan bê redkirin dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide û ji bo AYM zû biryarê bide dê bang bikin. Aydin destnîşan kir ku siyasetmedarên kurd ên di çarçoveya Doza Kobanê û dozên cuda de tên darizandin ne bi biryarên hiqûqî û qanûnî hatine girtin û tên darizandin û got: “Doza Kobanê û dozên din ne doz in, operasyonên siyasî ne. Lê em ê li dijî vê neheqî û bêqanûniyê têkoşîna xwe bidomînin.”
Bila li gor qanûnan tevbigerin
Hevjînê Kişanak, Zulkuf Kişanak jî anî ziman ku girtina hevjîna wî di çarçoveya xwesteka desthilatdariyê de pêk hatiye û li darizandin jî li ser fermana desthilatdariyê didome û di îdianameyê de tiştek ku wê bibe sedema girtinê nîne. Zulkuf Kişanak destnîşan kir ku ew dixwazin dadageh li gorî qanûnan tevbigerin û ew li benda berdana Gultan Kişanak in.