6 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran xwestin biçin Îmraliyê

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo biçin bi muwekîlê xwe Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtine bikin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin biçin Îmraliyê.

Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdek giran de tê ragirtin, serlêdana hevdîtinek nû kirin. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Piraniya serlêdanên ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên bersivandin. Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê disiplînê” tên astengkirin.

Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re di tevahiya Rewşa Awarte (OHAL) a di tîrmeha 2016an de berdewam kir û ev yek heta sibata 2018an domiya. Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran piştî vê dîrokê her 6 mehan carekê hate dubarekirin û heta îro didome. Biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a herî dawî jî di 3’yê gulana 2024’an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve hate dayin.

Bi biryara qedexeyê ya dawî re di nava 8 salan de bû cara 15’emîn ku ji bo 6 mehan hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran wî re tê qedexekirin.