Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo bikaribin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tecrîdkirî ye bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Ji 25’ê Adara 2021’êan ve bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin.