Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin, ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kirin. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Mazlum Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.