Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan ê ku zêdetirî 2 sal in agahî jê nayên girtin û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, serlêdan kir.
Serlêdanên hevdîtinê ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfazê ya Ceza ya Îmraliyê re hatin şandin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat ji 25’ê adara 2021’ê û vir ve nikarin tu agahiyan ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigirin.