12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 33 meh in tu agahiyan jê nagirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziya Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 33 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Imer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Parêzerên Abdullah Ocalan herî dawî di 2011’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn. Di nava 8 salan de Abdullah Ocalan bi tu awayî nekarî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, di sala 2018’an de bi pêşengtiya Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, çalakî li girtîgehan belav bûbû û di encama çalakiyê de parêzeran 5 hevdîtinên cuda bi miwekîlê xwe re kiribûn. Hevdîtina herî dawî jî di 7’ê tebaxa 2019’an de hatibû kirin. Piştî vê hevdîtinê jî ji bo astengkirina hevdîtinan biryarên qedexeyê hatin dayîn û hevdîtin nayên kirin.

Di demên ewil de ji bo astengkirina hevdîtina bi parêzeran re her tim hincetên weke “Keştî xerab bûye”, “Muxalefeta hewa” û hwd. dihatin nîşandan. Lê belê di demên dawî de hevdîtin bi hinceta “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Ji sala 2016’an heta niha hevdîtina parêzeran a bi miwekîlê xwe Abdullah Ocalan re 12 caran bi hinceta “cezayên disiplînê” hatine astengkirin.

Biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya herî dawî, di 31’ê cotmeha 2023’yan de hate dayîn. Ji ber ku dema biryara qedexeya di 26’ê nîsanê de bi dawî dibû, parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê di 6’ê mijdara 2023’yan de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî serlêdana parêzeran, derket holê ku di 31’ê cotmeha 2023’yan de careke din ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn.

Parêzeran naveroka biryara qedexeyê û mînaka dosyayê xwestin lê dadgeriyê bi hinceta “ewlehiyê” ev daxwaz red kir. Parêzer dê ji ber biryara nû serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.