Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve bi ti awahî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
Parêzerên Ocalan hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê bêbersiv têne hiştin.