Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin, serlêdana hevdîtinek nû kirin. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk û Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.