Rojnameger û Gerînendaya Karê Nivîsê ya JINNEWSê Oznûr Deger di 7ê Sibatê de li Qoser a Mêrdînê di encama serdegirtina malê de hat derbkirin û binçavkirin. Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat girtin.
Parêzeran, li dijî biryara girtina Oznûr Deger li 2yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Mêrdînê îtîraz kirin. Di îtîrazê de hat gotin ku “sûcê propagandayê” yekser nabe sedema girtinê û hat xwestin ku biryara girtinê were betalkirin û Oznûr Deger were berdan.