41 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayên girtin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha di yek hucreyê de tê girtin. Li gorî biryara DMME’ê ya mafê heviyê, divê piştî 25 salan serbest bê berdan.
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 1999’an de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind Îmraliyê tê ragirtin. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Cengîz Yureklî, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Hemû serlêdanên ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bê bersîv têne hiştin. Dadgeriya Înfazê ya Bursayê her ji 6 mehan carekê bi hinceta “cezayê disiplînê” asteng dike.
Cezayên keyfî didin
Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re di tevahiya Rewşa Awarte (OHAL) a di tîrmeha 2016’an de berdewam kir û ev yek heta sibata 2018’an domiya. Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran piştî vê dîrokê her 6 mehan carekê hate dubarekirin û heta îro didome. Biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a herî dawî jî di 3’yê gulana 2024’an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve hate dayin. Bi biryara dawî re di nava 8 salan de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hate dayin.