Li başûrê Kurdistanê û Iraqê ji ber hişmendiya baviksalar gelek jin ji mafên xwe bêpar in. Li Herêma Kurdistanê sucên kuştin û şewitandina jinan her ku diçe zêde dibe. Li beramber vê jî tu hewildanek cidî ji bo pêşîgirtina li qetilkirina bi vî rengî bigire tune ye. Jinên ku tên kuştin nûçeyên derbarê wan de wekî bûyerên xwekujiyê tên pêşkêşkirin û tundiya li jinan tê kirin di bedêla ku bê astengkirin de bi qanûnên tên derxistin tê rewakirin.
Herî dawî nivîsek ji aliyê Wezareta Rewşenbirî ya Herêma Federe ya Kurdistanê ve hat weşandin ku weşandina nûçeyên kuştin û xwekuştinê hatiye qedexekirin. Saziyên mafên mirovan û ên ku mafên jinan li herêmê diparêzin diyar dikin ku wê bi vê qanûnê re tundiya li jinan tê kirin zêdetir bibe. Parêzer Zîlan Usman Heme,derbarê qedexe û tundiya li jinan tê kirin de nirxandin kir.
‘Di rojekê de 180 dozên tundî û kuştinê tên dîtin’
Parêzer Zîlan Usman Heme diyar kir ku herî zêde bûyerên tunditûjî û qetîlkirinê li bajarê Silêmanî çêdibin û wiha axivî: “Li Iraqê tundî û kuştin di asta herî jor de ye. Bi giştî li dijî jin û zarokan li herêma Iraqê rêjeyek pir zedê ya êrîşan heye. Gava li dadgehê doz dihatin dîtin di rojê de herî zêde 50 an 60 doz dihatin dîtin. Lê belê di demên dawîn de ew rêje 3 qat zêdetir bûye. Ango niha em dibinin ku di rojê de herî kêm 150 doz tên dîtin. Carinan ew hejmar digihêje 180 dozên tundî û kuştinê. Sedema vê yeke hişmendiya kevnperestî û paşverûtî ye. Desthîlatdar jî li gorî vê hişmendiyê polîtîkayan pêş dixîn û ji wan bûyerên kuştin û tundiyê re bêdeng dimînin.”
‘Armanc qûtkirina dengê jinên herêmê ye’
Usman Heme balê kişand ser biryara qedexekirina wêşandina nûçeyên kuştin û xwe kuştinê û destnîşan kir ku hikûmet bi vê yekê armanc dike ku dengê jinên tundî li wan tê kirin û tên kuştin bi tevahî qût bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Bi salan e li herêmê bûyerên kuştin û xwekuştinê tên ragihandin lê hikûmet ji bo pêşiya wan bigire tu polîtîkayek wê ya ji bo jinan nîne. Berî niha biryarek hat girtin û biryar jî ew e ku nûçeyên ragihandina kuştin û xwekuştinê qedexe bikin. Bi vî awayî tê xwestin ku pêşî li qeydên fermî yên derbarê kuştin û xwekuştinê de bê girtin. Bi vê biryarê re tê xwestin ku ser bûyerên kuştin û tundiyê were girtin. Di vê çarçoveyê de pêşiya agahdarkirina gel ji van bûyeran jî tê girtin. Mirov dikare xwe bispêre hûrgiliyên vê mijarê. Mesela eger jinek ji aliyê hevjînê xwe ve, ji aliyê malbata xwe ve û ji aliyê kesekî din ve bê kuştin, hikûmet derheqê van kesan de tu tiştekî nake. Detayên wê neyên aşkerekirin. Yanî ji bo çi hatiye kuştin, çima hatiye kuştin ev tişt wê neyên gotin. Lê belê ji bo ku xwedî li van bûyeran û jinan were derketin divê ew agahî di nav civakê de werin belavkirin.”
‘Civak hînî van bûyerên kuştin û xwekuştinê hatiye kirin’
Heme anî ziman ku divê sîstem ji bo civakê bixebite û hikûmet derbarê van mijaran de bêxem nêz nebe û got: “Lazime ku civak ji bo wan mijaran zêdetir hişyar bibe. Têkîldarî bûyerên kuştin û xwekuştinê de li gorî xalên 407 û 408 an ên qanûna bingehîn de aşkere bûye ku li ser belge û delîlan heke çend tiştên din tespît bibin ev bûyer vediguhere mijara îxanetkirinê û an jî digihêje astekê ku mirov dawî li jiyana xwe bîne. Mixabin ew jî dibe sedem ku bûyerên kuştin û xwekuştinê berdewam bikin. Êdî bihîstina van bûyeran jî di nav civakê de gelek asayî tê dîtin û civak hînî bûyerên kuştin û xwekuştinê hatiye kirin. “
‘Divê hikûmet ji bo van mijaran gavên şênber biavêje’
Usman Heme di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hikûmet bi qanûnên xwe jî sîstema ku ava kiriye bi civakê dide qebûlkirin û wiha got: “Li dewsa ku hikûmet polîtîkayên dijberî jin û civakê pêş dixîne divê ji bo jiholêrakirina tundî û kuştinê polîtîka pêş bixîne. Li Iraqê ji bo mafên jinan tu polîtîka nehatine pêşxisitn. Êrîşên li ser jinan derketine aste herî jor ku li hundirê dagehê jî êrîşî jinan tê kirin. Herî dawî li Silêmanî di hundirê dadgehê li jinekê tundî hat kirin. Bêguman ew rewş jî ji hêla hiqûqnas û aktîvîstên jinan ve hate şermezarkirin. Em hêvî dikin ku hikûmet ji bo pêşîlêgirtina bûyerên tundî û kuştinê gavên şênber biavêje.”