Danişîna duyemîn a doza der barê parêzer Aryen Tûran a ji bo di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê ya di 22’yê cotmeha 2022’yan de ji bo bikaranîna çekên kîmyayî yên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê anîbû rojevê bi sûcdariya “Bi zanebûn û dilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye” tê sûcdarkirin de hatiye vekirin, li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hate lidarxistin. Aryen Tûran û parêzerên wê di danişînê de amade bûn, ji bilî Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, parazvanên mafên mirovan û gelek parêzer hiqûqnasên ji Fransa, Îspanya û Hollandayê jî beşdarî danişînê bûn.
Di danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir de, dozger mutalaa pêşkeşî dadgehê kir.
Kampanyaya lîncê de doz da vekirin
Parêzer Aryen Tûranê parastina xwe kir, destnîşan kir ku doza hatiye vekirin di encama kampanyaya lîncê ya medyaya alîgir hatiye vekirin û wiha got: “Piştî bûyerê min hewl da bi dozger û serdozger re biaxivim. Min ji wan re got ez parêzer im û hewce bike dikarim îfadeyê bidim. Lê ji ber lînc mezin bû pitşî du hefteyan dozger der barê min de biryara binçavkirinê da. Piştî binçavkirinê du rojan îdianame hate amadekirin. Sedemê bilezbûna vê ne ku daraz bi lez e, dozger xwest ji dosyayê xilas bibe. Min dizanî ku ez ê beraet bikim. Dema min li pişt xwe nêrî yekane tişta ku were bîra min dê ev qelebalixa li pişt min be.”
Daxwaza beraetê
Hevseroka Şaxa OHD’a Îzmîrê parêzer Şukran Ozturk pişt re axivî da zanîn ku metnê ji bo Lijneya Giştî ya Baroyê hatiye amadekirin ne sûc e û wiha got: “Me xwest li dijî hemû binpêkirinên mafan ên li cîhanê tên jiyandin dengê xwe ragihînin. Lê ev darizandin jî gihiştiye armanca xwe û axaftina hin meseleyan astengkirî ye. Lê em weke hiqûqnas dest ji têkoşîna xwe bernadin. Ez beraeta muwekîla xwe dixwazim.”
Hevserokê Giştî yê OHD’ê parêzer Serhat Çakmak jî anî ziman ku tev li mutalaaya dozger dibin û wiha got: “Ji bo ku em li dijî mexdûriyetên li qada mafên mirovan de têdikoşin me fikrên xwe anîn ziman. Hempîşeya min jî xwest îdiayek were lêkolînkirin. Em jî di vê fikrê de ne. Tişta ku diviya bihata kirin dest pêkirina lêpirsîneke der barê vê îdiayê de bû. Lê ev nehate kirin û muwekîla min qurbanî kampanyaya lîncê hate kirin. Em beraeta wê dixwazin.”
‘TU SAZÎ JI HIQÛQÊ BÊPAR NÎN IN’
Parêzer Turkan Aslan Agaç jî da zanîn ku muwekîla wê di Lijneya Giştî ya Baroyê de metnekî ku pirsgirêkên Tirkiyeyê vedigot xwendiye û wiha got: “Yek ji tişta ku gotiye jî lêkolîna îdiaya bikaranîna çekên kîmyayî ya di operasyonên derveyî welêt de ye. Ez tev li penasekirina rexneya giran a dozger nabim. Hûn nikarin tu saziyan ji hiqûqê bê par bihêlin. Artêş, daraz û teşkîlata polîsan jî di nav de. Artêşa tirk û teşkîlata polîsan ne ew sazî ne ku sûc nekin. Ji xwe derketibû holê ku artêşa tirk li dijî sivîlan çalakiyek pêk aniye. Peywîra me ya bingehîn ew e ku ji mirovên li dijî hiqûqê tevdigerin hesabê bipirsin.”
Beraet
Heyeta dadgehê piştî parastinan biryara xwe da û diyar kir ku ji ber ku di dosyayê de tiştekî ku bibe sûc nîn e der barê parêzer Aryen Tûranê de biryara beraetê didin.