11 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer Naîm Emînoglû hat binçavkirin

Polîsan serê sibehê avêtin ser ofîsa Stenbolê ya Buroya Hiqûqê ya Gel. Di serdegirtinê de parêzer Naîm Emînoglû hat binçavkirin.

Li Çaglayan a Stenbolê polîsan serê sibehê avêtin ser Buroya Hiqûqê ya Gel.

Di serdegirtinê de parêzer Naîm Emînoglû hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Emînoglû nehate zanîn.

Naîm Emînoglû di heman demê de rêveberê Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) ye. ÇHGê li ser hesabê medya dîjîtal daxuyaniyek da û got: “Rêveberê şaxê me parêzer Naîm Emînoglû serê sibehê ji aliyê polîsên şaxê siyasî ve hate binçavkirin. Timî sûcên nû bêne afirandin jî sedem parêzeriya Naîm a di dozên Kartalkaya, erdhej û şoreşgeran e.”