9 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer Menzione: Abdullah Ocalan garantiya pêvajoyê ye

Parêzer Ezio Menzione anî ziman ku divê Dewleta Tirk gavê biavêje û got,"Divê Dewleta Tirk li gel Ocalan ku garantiya pêvajoyê ye, girtiyên siyasî hemûyan berde. Ev gav wê bibe nîşaneya samîmiyeta wê."

Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku 27ê sibatê hat kirin, PKKê kongreya xwe ya 12emîn lidar xist û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di asta dîrokî de biryar wergirt. Biryarên kongreyê hîn jî li qada navneteweyî deng vedide. Di nirxandinan de yên li nava raya giştî ya navneteweyî hatin kirin, biryarên PKKê bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin; ev gava dîrokî ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk divê ji aliyê Dewleta Tirk ve bi rengekî cidî bê nirxandin.

Ji parêzerên naskirî yên Îtalyayê Ezio Menzione li ser mijarê ji ANFê re axivî.

Parêzer Menzione anî ziman ku biryarên kongreya PKKê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd gelekî erênî ye û diyar kir ku serokkomarê tirk Erdogan li hemberî vê yekê divê gavên şênber biavêje.

Parêzer Mezione got, “Bi dîtina min biryarên kongreya PKKê gelekî erênî ne. Dem hatibû ku têkoşîna çekdarî derbasî têkoşîna siyasî bibe. Êdî dema têkoşîna siyasî ye. Li gorî min ev biryar gelekî bi wate ne. Dide pey daxuyaniya Birêz Ocalan; ew jî di heman çarçoveyê de bû. Bêguman bi xwe re hin pirsan jî tîne. Ji ber ku di rewşeke bi vî rengî de li qadê du alî hene; aliyek gelê kurd û PKK ye; yanî PKKê xwe fesih kiriye, li aliyê din jî bêguman hikûmeta tirk heye. Aştî bi du aliyan dibe. Pêwîstî bi du kesan (du aliyan) heye.

PKK di vê mijarê de helwesta xwe nîşan da. Divê em armanca hikûmeta tirk jî piştrast bikin. Ez baş ne bawer im ku ew ber bi aştiyê ve dimeşin. Me heta niha pêşketinek di vê mijarê de nedît. Ji aliyê kurdan ve gelek daxuyanî hatin dayin. Serokkomar Erdogan tenê daxuyaniyên Bahçelî bi bîr xist, wî bi xwe daxuyaniyek neda.

Ez li bendê bûm ku weke serokkomarê temamiya welêt gotinê şênber ên li gorî daxuyaniya kongreyê bikira. Û li bendê bûm ku hikûmeta tirk jî di heman çarçoveyê de gavan biavêje.”

Parêzer Menzione bi bîr xist ku li gel biryarên kongreyê yên PKKê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn dîlgirtî ye, ev yek ne ya qebûlkirinê ye û got: “Birêz Ocalan garantiya vê pêvajoyê ye. Divê tavilê bê berdan.” Parêzer Menzione bi dewamî got, “Li gel pêvajoyê jî şert û mercên ku Birêz Ocalan lê têne ragirtin bi rastî jî li ti pîvaneke medenî nayê. Ev rewş li welatekî din nîne. Ne tiştekî asayî ye ku 26 salan tecrîdkirî be. Bi dîtina min, meseleya esasî rewşa Birêz Ocalan e. Yek ji du çalakiyên ku ji hikûmeta tirk hêvî dikim, berdana bi lez a Ocalan e. Ji ber ku tenê Ocalan dikare garantî bike ku biryara kongreyê bi ser bixîne. Tenê Ocalan xwedî wî mejî, wêrekî û hevsengiyê ye ku pêşengiyê ji pêvajoya fesihkirinê re bike ku kongreyê biryar li ser da. Lewma azadiya Birêz Ocalan divê di nava çend rojan de tavilê pêk were.”

Parêzer Menzione pirsa “Aliyê tirk li benda çi ye? Li benda pêkhatina çi ye? kir û got: “Dubare dikim, divê Birêz Ocalan bê berdan. Weke ku Bahçelî jî xwest, divê biçe parlamentoyê. Û garantiya rasteqîn a rêwîtiya demdirêj a aştî û lihevkirina du aliyan divê Birêz Ocalan be. Mijareke din a girîng jî berdana girtiyên siyasî ye. Ev rewş jî ne di nava salekê de, lê di nava hefteyekê de pêwîste pêk were. Bi giranî dema ku du aliyan li hev kir, girtiyan bi hev diguherin. Li rewşa berê vedigerin. Niha PKK kete rewşeke welê ku wê êdî nemîne. Êdî gef û metirsiyek nîne ku mirov girtî bêne hiştin. Ne bawer im ku bi hezaran mirov metirsî yan jî gef bin. Ew tenê muxalîfê hikûmetê ne. Piraniya van mirovan li ser zemîna siyasî muxalîftî ji hikûmetê re kiribûn. Divê tavilê bêne berdan. Eger ev bibe, hingî wê bê wê wateyê ku Tirkiye bi rastî jî dixwaze bi kurdan re li hev were. Û wê nîşan bide ku hikûmet dixwaze bibe hikûmeta hemû beşên civakê. Eger ev nebe wê were wateya ku dixwaze weke dijminê beşek ji welêt bimîne.

Eger em qala aştiyê dikin, çima hîn jî bi hezaran mirov girtî ne. Parêzer, rojnameger, şaredar, hilbijartî… Mînak, Selahattîn Demîrtaş çima hîn jî girtî ye? Eger em aştiyê dixwazin, çi wateya girtîmayina van mirovan hene? Mînak ne tenê Demîrtaş û hin kesayetên naskirî. Her kesên ku endamê PKKê bûn an jî dihate gotin ku pêwendiya xwe pê re heye, divê azad bibin. Eger êdî wê PKK nebe, eger ev avanî wê êdî ne gefek be, wê demê ti wateya girtîhiştina van mirovan nîne.

Lewma Dewleta Tirk destpêkê divê du gavên şênber tavilê biavêje. Birêz Ocalan û her kesên ku îdîa dike pêwendiya xwe bi PKKê re heye divê berde. Eger ev herdu gav bêne avêtin, ev yek wê bê wateya samîmiyeta Tirkiyeyê ku dixwaze be bi aştiyê ve gavê biavêje; weke ku PKKê di kongreya xwe de ragihand…”

Parêzer Menzione destnîşan kir ku Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) divê êdî helwesta xwe ya li hemberî PKKê biguherînin û got: “Biryara Ewropayê ya têkildarî PKKê piştî helwesta DYAyê hat dayin. Niha divê saziyên Ewropayê helwesta xwe ya li hemberî PKKê yanî PKK a berê biguherînin. Ji ber ku ev rêxistinî wê bi dawî bibe, wê veguhere rastiyeke berê. Êdî avaniyeke aştiyane li pêşberî wan e ku kurdan temsîl dike.”