Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 meh in tu agahî nayê wergirtin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo ku bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Ocalan hefteyê du caran ji bo dîtina Ocalan serlêdanê dikin. Lê belê serlêdan bi rêk û pêk bêbersiv tên hiştin. Hin caran jî ji parêzeran re piştî bi mehan tê gotin ku cezayê dîsiplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn û ji bo astengkirina hevdîtinan weke hincet tê nîşandan.