Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê tecrîdkirin û girtiyên li cem Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 28 meh in tu xeber nayê girtin. Ji ber vê nepêwendiya mutleq, fikarên raya giştî zêde bûne. Di serî de gelê kurd û bi giştî jî gelek derdor, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan bertek nîşanî vê rewşê didin. Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Gurkan Îsteklî, der barê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Îsteklî, diyar kir ku di hiqûqa navneteweyî û neteweyî de cihê tecrîdê tuneye û li Girtîgeha Îmraliyê şert û merc û rêbazên bêhempa hene û tişt anî ziman: “Li gorî serdemê carinan tê sistkirin, lê wekî konsept heye. Hêleke ‘Plana Rûxandinê’ ya li hemberî gelê kurd tê meşandin jî Îmrali ye.” Bi domdarî Îsteklî diyar kir ku tecrîd li tevahiya civakê belav bûye û wiha pê de çû: “Ji lew re axaftina li ser birêz Ocalan jî hatiye tecrîdkirin. Gava hûn li ser birêz Ocalan diaxivin û behsa tecrîdê dikin, hûn bi zextên dewletê re rû bi rû dimînin. Mînaka wê ya herî dawî jî Gerînendeyê Weşana Giştî ya ya TELE1’ê Merdan Yanardag e. Lewma rabûna li ber tecrîdê ji aliyekî ve tê wateya azadiya civakê jî. Rabûna li ber zext û tahdeya dewletê ye jî.”
‘Dewlet hiqûqa xwe bin pê dike’
Di berdewamê de Îsteklî, destnîşan kir ku tecrîd bi saîqên siyasî tê kûrkirin û ev tişt got: “Abdullah Ocalan di serî de li bara gelê kurd û bi giştî jî li bara hemû gelên Rojhilata Navîn di têkoşîna azadî û demokrasiyê de xwedî cihekî pir girîng e. Dewlet û pergal pir baş hay ji vê heye. Lewma dengê birêz Ocalan ditepisîne, tecrîdê kûr dike û hewl dide têkoşînê qels bike. Tekane saziya ku mafên hikûmxwarekî biparêze dewlet bi xwe ye. Lewma birêz Ocalan jî tê de, divê dewletê mafê hemû girtiyan biparêze. Wezarata Dadê jî parçeyeke vê yekê ye. Lê belê dewlet ji dêvla vê qanûnên xwe dieciqîne û nahêle hikûmxwarek mafên xwe bi kar bîne. Di eciqandina mafên birêz Ocalan de israr dike. Ev bi hiqûqê nayê ravekirin.”
Îsteklî, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna bi rêya hiqûqî û got ku lê belê rewş siyasî ye û lewma di vî warî de peywireke mezin dikeve ser milê civakê, partiyên siyasî û derdorên demokrat.