4 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer Işik li Îzmîrê dawî li jiyana xwe anî

Endamê OHDê yê Îzmîrê parêzer Bariş Işik ku li Îzmîrê dijiya, dawî li jiyana xwe anî. OHD û ÎHD yên Îzmîrê xemginiya xwe anîn ziman.

Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê û Sekreterê Giştî yê Şaxa OHDê yê serdema berê Bariş Işik (32), dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê Işik dê li Goristana Dogançayê were definkirin.

Şaxa OHDê ya Îzmirê têkildarî Işik ev peyam parve kir: “Me bi xemgînî bihîst ku endamê komeleya me parêzer Bariş Işik wefat kiriye. Di serî de sersaxiyê ji malbata wî û xizm û dostên wî re dixwazin. Oxir be Bariş. Em ê te ji bîr nekin.”

Şaxa ÎHDê ya Îzmirê jî ev peyam parve kir: “Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku sekreterê me yê şaxê yê serdema berê, hempîşe û parêzvanê mafên mirovan parêzer Bariş Işik wefat kiriye. Cihê te ronî be Bariş. Tu yê her tim di dilê me de bî.”