Bi xêzkirina sînorên dewletan re axa hin gelan di nav sînoran de hat dabeşkirin. Dewletên ku li ser axa hin gelên din hatin avakirin bi polîtîkayên xwe hewl dan nasnameyeke yekperest ku ji heman olî bawer dike û heman çandê dijî ava bikin. Xwestin li ser axa ku dagir kirine hemû gelan bikin heman qalibê. Lê dijî xwesteka wan bi dehan sal in gel li ber xwe didin û hewl didin li ser çanda xwe û li gor taybetmendiyên xwe jiyana xwe berdewam bikin.
Gelê belûç ku axa wan di nav 3 dewletan de hatiye parvekirin jî yek ji wan gelan e ku ji bo parastina hebûna xwe li ber xwe dide. Gelê belûç û gelê kurd hem ji ber ku axa wan hatiye parçekirin û hem jî bi şêweya ku rastê qirkirinê tên, dişibin hev. Kurd û belûç bi taybet di nav sînorên dewleta Îranê de ku rastê qirkirinê piştgirî didin hev û xwe nêzê hev hîs dikin. Em der barê rewşa belûçan, zexta ku dibînin û têkilî û nêzbûna wan a bi kurdan re bi endamê Partiya Gelê Belûçistanê Cehanzîb Belûç re axivîn.
Tu dikarî destpêkê de behsa Belûçistanê bikî? Nifûsa belûçan çiqas e?
Belûçistan di navbera dewletên Îran, Pakistan û Afxanistanê de hatiye dabeşkirin. Beşek biçûk a Belûçistanê di nav parêzgeha Nimrozê ya Afganistanê de ye. Ji bilî Nimrozê komeke biçûk a belûç jî li parêzgehên Helmend û Zabûl dijîn. Li gor texmînan hejmara belûçan li Afganistanê derdora milyonekê ye.
Parçeyê Belûçistanê yê li Îranê piştî ku di sala 1928’an de hikûmeta navendî ya Dost Muhamed Xan hat hilweşandin, ketiye rewşeke xerab. Hikûmeta Pehlewî di destpêkê de hin beşên Belûçistanê ji hev veqetand û da parêzgehên cîran. Niha jî rejîma desthilatdar plan dike ku herêmê bike sê parçe û navê Belûçistanê ji holê rake. Di vê pêvajoya ku siyasetên bi armanca têkbirina nasnameya çandî û neteweyî ya gelê belûç hedef tê girtin de, nifûsa belûçan li nav sînorê Îranê nêzîkî pênc milyon kes e. Piraniya wan li parêzgehên Sîstan û Belûçistan, Hormozgan û Kirmanê dijîn. Her wiha beşeke biçûk a belûçan jî li Xorasanê dijîn.
Li Pakistanê parêzgeha Belûçistanê parêzgeha herî mezin e, ji sedî 45 axa Pakistanê ji axa Belûçistanê pêk tê. Ev beşa Belûçistanê beriya hatina îngîlîzan ji aliyê Xanedariya Kelatê ve bi awayeke serbixwe dihat birêvebirin, piştî mêtingeriya Îngilistanê, Xanedariya Kalatê wek koloniyek li desthilatdariyê ma.
Di sala 1947’an de Ehmedyar Xan, şahê vê demê yê Xandariya Kelatê, bi piştgiriya Îngilistan û Parlementoya Hindistanê karibû serbixweyî bistîne.
Piştî salekî, dema ku welat û Pakistan bi rêberiya Mihemed Eli Cinah hat damezirandin, wî bi alîkariya Îngilistanê, Belûçistan dagîr kir û kir beşek ji axa Pakistanê. Ji wê rojê ve heta niha di navbera şervanên azadiyê ên belûç û hikûmeta Pakistanê de şer berdewam dike.
Nifûsa belûçan a li Pakistanê li gor texmînan 20 milyon kes in, lê nifûsa belûçên li parêzgehên Sind û Panjamê ji ber polîtîkayên ku tên meşandin ji belûçên li ser axa xwe dijîn zêdetir e.
Em dibînin ku estiyên bi hezaran belûçan li Pakistanê di gorên komî de tên dîtin. Di vê perspektîfê de binêrin, em dikarin bibêjin ku rewşa gelê belûç li Îranê baştir e?
Li gor min hikûmeta Îranê li hemberî gelê belûç ne xwediyê kiryarên baştir e. Pakistan û Îran dagirkerên Balûçistanê ne û li gor berjewendiyên xwe teşe didin polîtîkayên xwe. Pakistan ji sala 2006’an ve ji ber birêxistinbûna xurt a hêzên çep û azadîxwaz ên li rojhilatê Belûçistanê û bi destxistina armancên leşkerî yên girîng ên wan partiyên, li dijî gerîlayên Artêşa Rizgariya Belûçistanê şereke dijwar dane destpêkirin. Di vê heyamê de bi hezaran welatiyên belûç ku piraniya wan xwendekar bûn, ji aliyê artêşa Pakistanê ve hatin revandin û kuştin.
Tevî ku li axa Belûçistanê ya ku ji aliyê Pakistanê ve hatiye dagirkirin ji aliyê çavkaniyên binerd û beravên deryayan dewlemend e jî, lê hejartirîn parêzgeha tevahiya Pakistanê ye. Hêza leşkerî û siyasî ya Pakistanê tenê di destê xelkê parêzgeha Pencab û neteweya pencabî de ye.
Polîtîkayên qirkirinê yên gelê belûç ên li Îranê bi şêweyên cuda dewam dikin. Hikûmeta Îranê bi guhertina pêkhateya xelkê, xizaniya sîstematîk li ser gelê belûç ferz dike, nasnameya wan a çandî û zimanî ji holê radike û her dengek daxwaza wan ditepisîne. Eger tundiya li ser gelê belûç a li Îranê ji ya Pakistanê kêmtir be, bêguman ev yek ne ji reftarên baş ên dewleta Îranê ne. Ji ber rêxistinbûna bihêz a muxalefetê ye. Her wiha hikûmeta navendî ya Îranê nekariye bi temamî gel kontrol bike. Ez wisa difikirim ku hikûmetên Îran û Pakistanê di hemû waran de gelê belûç wek biyaniyan dinirxînin û reftarek nijadperestane dikin. Aşkere ye ku ew tenê hewceyê erd û çavkaniyên Belûçistanê ne û pêwistiya wan bi gelê belûç tune.
Îran dibêje, kesên ku belgeya jidayikbûna wan tune be welatiyên Pakistanî ne! Li gor texmînan nasnameya çend belûçên li Îranê tuneye?
Pirsgirêka nasnameyê bi dehan salane li Belûçistanê tê nîqaşkirin. Li gorî hin amaran li Belûçistanê derdora 900 hezar kes bêbelgeya jidayikbûnê ne. Hikûmeta Îranê hewl dide îdia bike ku ew ji Pakistan an Afganistanê ne. Lê belê piraniya van kesan belgeyên jidayikbûnê yên xizmên xwe hene û bi rêya testa DNA’yê em dikarin fêm bikin ku ev kes bi eslê xwe ji Belûçistana bin desthilatdariya Îranê ne. Gelek raporên berpirsên hikûmeta Îranê belav bûne û dibêjin ku dana belgeyên jidayikbûnê ji bo van kesan bi wê yekê ve girêdayî ye ku nasnameya îranî di nav wan de çiqas pêşketiye. Nimûneyek zelaltir bidim, wezîrê derve yê rejîma pehlewî Ebbas Xeletberî di pirtûka xwe de nivîsandiye û gotiye: ‘Ew her tim bi tirs in ku dê belûç bi tekoşîna xwe serxwebûna xwe îlan bikin. Me û Yekîtiya Sovyet bi zanebûn wan di warê aborî, perwerde, siyasî û kulturî de xistine nav rewşeke dijwar da ku nasnameya îranî di nav van kesan de pêş bikeve û em wan wek hevwelatiyên pileya yekem li Îranê bipejirînin’. Bi dîtina min, hikûmeta komara îslamî li ser heman siyasetê berdewam e, lê bi tundîtir.
Di Şoreşa Jin Jiyan Azadî de ji bilî Kurdistanê navê Belûçistanê jî bi ‘Înên bi xwîn’ derbas dibû, bi dehan şehîdên belûç di van rojan de çêbûn. Tekiliya di navbera van herdu netewan de çi ye?
Kurd û belûç bi dehan sal in ku têkiliyên wan ên nêzîk hene. Sedema herî girîng a ku van her du neteweyan nêzî hev dike jî parçebûna welatên wan ên di nav dewletan de ye. Ji ber tiştên ku dijîn dişibin hev lewma xwe nêzî hev hîs dikin. Li Îranê bi hinceta sunîtî û cudaxwaziyê neteweya kurd û belûç rastê zexta hikûmetê tên. Ji ber vê sedemê di navbera wan de têkilî çêbûne. Dibe ku ev nêzîkbûn di binhişê mirovan de jî were dîtin. Belûç ji bo navê îraniyan peyva ‘qecer’ bi kar tînin. Yanî her kesê ku ji her devereke Îranê were Belûçistanê û bi farsî biaxive jê re dibêjin ‘qecer’. Ya balkêş ew e ku tenê ji kurdan re dibêjin kurd. Em dikarin bibêjin ku kurdbûn di nav gelê belûç de nasnameyeke naskirî ye. Ji ber vê sedemê di şoreşa Jin Jiyan Azadî de me dît dirûşmên ku li ser pankartan belûçan de dihatin nivîsîn, nêzîkatiya gelê belûç û kurdan nîşan dida.
Û dema ku di navbera du partiyên kurdistanî de nakokî derket, xwepêşanderên li kolanên Zahidanê bang kirin ku hişk nêzê hev nebin. Ev jî nîşan dide ku geşedanên li Kurdistanê li Belûçistanê çend tên şopandin.
Ji bilî Îranê Tirkiye li kurdan, Pakistan jî li belûçan zilmê dike. Di van salên dawî de Tirkiye û Pakistan têkiliyên xwe li ser mezheba henefîtî û Birayên Misilman zêdetir dikin. Vê mijarê li rojhilatê Belûçistanê hesasiyet çêkir. Di dema ku berxwedana gerîla û bi taybet jinên kurd li Kobanî berdewam dikir de dîmenên gerîlayên jin ên li Belûçistanê ku helbest ji şervanên jin ên ku li Kobanî li ber xwe didan re dixwendin, hatin weşandin. Demek berê gerîlayeke jin a belûç ku navê Zîlan Kurd li xwe kiribû li dijî artêşa Pakistanê çalakiyeke fedayî li dar xist. Em dizanin ku Zeynep Kinaci (Zîlan) di sala 1996’an de li dijî artêşa dewleta tirk çalakî pêk anîbû. Çalakiya wê di sala 2024’an de bandora xwe li ser gerîlayên Belûçistanê nîşan da. Ev tiştek balkêş e. Nêzikatiya di navbera belûç û kurdan de ji ya ku li ser medyayê tê nîşandan zêdetir e.
Tevî dûrbûna erdnîgariyê, li Kurdistanê jî hevxemiyek zêde digel xelkê Belûçistanê heye. Ji ber ku gelê Belûçistanê her tim hewl daye ku bigihîje serxwebûn û azadiya axa xwe, ew êşên ku gelên din jî bi heman rengî kişandine hîs dikin û dizanin. Ew difikirin ku bi rêxistinbûna kurdan, bizava rizgarîxwazî û bi alîkariya wan, hilweşandina hikûmeta navendî ya Îranê û bidestxistina azadiyê hêsantir e.
Pêşketinên li Kurdistanê ji bo gelê belûç, gelek hevalbend dîtine û her tim girîng bûne. Dema ku kurd li Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê azadiya xwe bi dest xistin, hesta ku em belûç jî bi têkoşînê dikarin azadiyê bi dest bixin xurtir bû. Li her derê behsa Rojava û azadiya wê hat kirin û ji bo gelên din bi taybet ji bo gelên bindest ên wek me, weke çavkaniya îlhamê dîtin.