10 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Parastina xwezayê parastina mirov e

Fariz Firaz

Rêber Abdullah Ocalan 20 sal beriya niha bal kişand ser talan û wêraniya ku pergala sermayedar pêk tîne û bandorka wê ya li ser ekolojî û xwezayê. Rêber Abdullah Ocalan hişyariya qeyranên mezin dike û rêyên çareseriyê pêşkêş dike.

Mirov di biosferê de rolek sereke dilîzin, digel ku nifûsa mirovî ya zêde li gelek ekosîstemên erdê serdest e. Ji sala 1950an vir ve windabûna cûreyan ku ji ber bandora mirovan pêk tê wekî qeyranek biyotîk tê binavkirin. Ji 2007an vir ve ji sedî 10ê tevahî celeb ên wî winda bûne. Bi rêjeyên heyî, ji sedî 30 ji cureyan di sed salên pêş de di xetereya tunebûnê de ne. Di roja îroyîn de, çalakiya mirovan bandorek girîng li ser rûyê gerstêrkê kiriye. Zêdetirî ji sê paran yek a rûyê erdê ji hêla kiryarên mirovan ve hatî guhertin û mirov ji sedî 20 hilberîna seretayî ya gerdûnî bikar tînin. Ji destpêka Şoreşa Pîşesaziyê û vir ve rêjeya karbondîoksîtê di atmosferê de ji sedî 50 zêde bûye.

Yek ji encamên endustriyalîzmê yên ku ji ber kapîtalîzmê pêk te; mezinbûna qulika di tebeqeya ozonê de, germbûna gerdûnî ya ku ji ber bandora serayê çêdibe û zêdebûna av û axê û her weha zêdebûna qirêjiya hewayê, me bi şid hişyar dike. Li dijî pirsgirêkên wekî zêdebûna nifûsê, êrîşên dijwar ên li ser xwezayê û bikaranîna zêde ya mexaztin, wê xilasbûna çavkaniyên xwezayî pêş bikeve. Lîberalîzm, hewl dide endustriyalîzma kapîtalîst di qada ekolojîk de jî esasê bingehîn ê pirsgirêkê ye paşguh bike û teknolojî, sotemeniyên fosîl û civaka mezaxtar wek berpirsyar nîşan bide. Lê ev hemû berhemên pergala wê ya modernîteyê ne. Bi lîberalîzmê re perde dikşîne li ser çavên ku dixwazin rastiyê bibînin û xwezayê tîne rewşa dijî civakê.

Tenikbûna tebeqeya ozonê

Tenikbûn an jî qulbûna tebeqeya ozonê gelek caran bûye mijara nîqaşan. Qulbûna tebeqeya ozonê ji bo ekolojî karesateke mezin e.  Gelo tebeqeya ozonê çima evqas girîng e û ji ber çi tebeqeya ozonê zirar dibîne em ê behsa vê mijarê bikin. Ji bo ku mirov behsa rewşa tebeqeya ozonê, tenikbûna wê û encamên wê tenikbûnê bike, divê mirov pêşiyê behsa pergala cîhanê bike. Cîhan beşek ji pergala rojê ye. Heyîna wê bi rojê ve girêdayî ye.  Çavkaniya jiyana hemû giyanwer û riwekên li cîhanê roj e. Ku roj nebe, cîhan bi tena serê xwe nikare şert û mercên jiyanê biafirîne. Lê hemû tiştên ku ji rojê tên ji bo cîhanê ne sûdwer in. Hinek ji wan ziyandar in û divê cîhan xwe ji wan biparêze.

Pergala parastinê ye

Pergala cîhanê ya xwe ji heyînên asîmanî û tîrêjên rojê yên ziyandar diparêze, atmosfera wê ye. Werin, em li pergala atmosfera cîhanê binêrin. Atmosfera cîhanê qad ango kureyeke ku ji gazan pêk tê û dora cîhanê dipêçe ye. Rêjeya gazên ku vê qadê pêk tînin jî wiha ye; ji sedî 78,084 azot, ji sedî 20,946 oksîjen, ji sedî 0,934 argon yê mayî jî ji dûkela avê û têkeliya gazên wekî din pêk tê. Atmosfera cîhanê ji tebeqeyên Troposfer, Stratosfer, Mezosfer, Termosfer, Îyonosfer û Ekzosferê pêk tê.

Em hinekî balê bikişînin ser tebeqeya Ozonê. Tebeqeya ozonê ya ziyandar ango ya ku dibe sedema germbûn, bandora serayê pêk tîne jî, beşeke vê tebeqeyê ye. Di dawiya vê tebeqeyê de cih digire.

Mijara me tebeqeya Ozonê-Ozonosfer e. Ozonosfer beşeke tebeqeya mezosferê ye. Tîrêjên UVC yên ku ji rojê tên û dirêjiya pêla wan di navbera 100 û 280 nanometreyan de  bi molekulên oksîjenê (O2) re reaksiyonê pêk tînin, dikin ku molekulên oksîjenê perçe bibin û du atomên oksîjenê derkevin holê.  Dema ku ev atom bi molekulên din re reaksiyonê pêk tînin, molekulên ozonê (O3) pêk tên. Molekulên ozonê, tîrêjên UVB yên ku dirêjahiya pêlên wan di navbera 280 û 315 nanometreyan de ye dikişînin nav xwe. Ozon ji ber wê enerjiya ku dikişîne nava xwe careke din wek atom û molekulên oksîjenê ji hev parçe dibe. Ozon nahêle ku tîrêjên rojê yên UVB bigihîjin rûyê erdê û giyandaran diparêze.  Ev ozon ji sedî 90’î ozona di atmosfera cîhanê de pêk tîne û wek ozona sûdwer tê binavkirin.

Ku mirov li ekolojiya civakî venegere…

Bi taybetî pêşbîniyên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî xweza, pîşesazî û bajarvaniyê, her wiha wêraniya ku dê di encama van mijaran de li ser civakan pêk werin, îro tên dîtin. Yek ji mijarên ku herî zêde tê nîqaşkirin jî, ekolojî ye. Gelek pisporên jîngehê di wê baweriyê de ne ku xweza li hemberî sîstema sermayedar a ku xwezayê talan dike, serî radike û reaksyona xwe jî bi vî şêwazî nîşan dide.

Rêber Abdullah Ocalan 20 sal berê bal kişandiye ser mijarê û rêyên çareseriyê di bin sernavên “jîngeh, pîşesazî, bajarvanî û tevgerên ekolojîk û demokratîk ên dijî pergalê” de rave kirine. Îro her ku diçe hevsengiya xweza û ekolojiyê xera dibe û nexweşî zêde dibin. Berhemên pîşesaziyê û hilberîna bê sînor hem bandora neyînî li ser xwezayê dike û hem jî li ser tebeqeya ozonê dike. Rêber Abdullah Ocalan rexne li sîstema sermayedar û civaka ku ji xelekên xwe yên xwezayî qût bûye dike, hem jî çareseriya derketina ji qeyranê pêşkêş dike. Rêber Abdullah Ocalan sedema têkçûna hevsengiya xwezayê û rûdana karesatan bi sîstema sermayedar ya xwe dispêre qezenca zêde ve girê dide. Balkêşe ku di gelek beşan de hişyariyên cidî dike û dibêje, eger civak li ekolojiya civakî venegere û desthilatdar dest ji qezenca zêde bernede wê rûberûyê karesatên mezin werin.

Rêber Abdullah Ocalan destpêka biyanîbûna ji xwezayê û tehekûma li jîngehê dibe dema destpêkirina şaristanî û dewletbûnê û dibêje, “Piştî ku civaka dewletparêz bi berfirehî û kûrahî mezin dibe, civaka ekolojîk gav bi gav bi paş ve tê xistin. Nakokiya civakê ya hundurîn çendîn mezin bû ye, nakokiya wê ya bi atmosfera der ve re jî ew çend zêde bûye. Tehekuma li mirov bi xwe re tehekuma li xwezayê tîne.

‘Ku sebra xwezayê nemîne…

Di serî de rêjeya karbondîoksîtê (CO2) û gazên din di atmoferê de rê li qirêjbûnê vedikin, û tê texmînkirin ku halî hazir bi sed salan heta bi hezar salan nayê paqijkirin. Encamên zirar û ziyanên di cîhana nebat û heywanan de belkî jî bi temamî derneketine holê. Lê eşkere ye ku herî kêm bi qasî atmosferê îşaretên S.O.S didin. Gemarbûna derya û çeman, çolbûn ji niha ve gihiştine sînorên felaketê.

Çareserî

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya bi navê ‘Parastina Gelekî’ ku di sala 2004an de hatiye çapkirin de dibêje, eger mirov li gorî xwezayê û jîngehê bijî, wê bikare hebûna xwe ya biyolojîk bidomîne. Têkildarî dersên divê bên derxistin de ev tişt têgotin, “Ders û encama em dikarin ji vê bigirin ev e; cureyê mirov eger li gorî xelekên tekamul û beridandinê tevbigere dikare hebûna xwe dewam bike. Eger mafên tekamul û beridandinê yên xwe dispêrinê xira bike, dikare bi tevahî hebûna xwe ya biyolojîk ji holê rake û bibe sedem ku cureyê mirov nikaribe hebûna xwe dewam bike. Eger têkiliya beramber a di navbera cure û celeban de qut bibe, wê ji xelekên tekamulê jî veqetînên mezin bibin û ev yekê jî pirsgirêka dewam û îdameya gelek cureyan derbixîne holê.”

Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşî li felaketan were girtin, îşaret bi girîngiya kampanyayên pêşxistina zanista ekolojîk û rêxistinên kolektîf û cîhanî dike û ji bo derketina ji krîzê van pêşniyaran dike, “Ji bo rawestandina felaketên xwezaya hawîrdorê, pêwîst e gelek saziyên ku ji bo vê yekê hatine damezrandin hînê zêdetir werin xurtkirin û wisa bikin ku bibin mîna parçeyekî civaka demokratîk.