Bi salane ku xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve tê talankirin. Li hemberî van hemû kiryaran bi taybetî jî dewleta tirk dixwaze bi piranî jî bandora xwe ya talankirinê li ser dîroka kurdan bide kirin. li her derê Kurdistanê cihên weke Cizîr, Colemêrg, Heskîf û weke Geliyê Godernê ji aliyê dewletê tê talankirin û şewitandin. Desthilata heyî jî bi van kiryaran dixwaze tişta ku bîra civaakê ye ji holê bide rakikirin. Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bîlgîç, der barê van kiriyarên ku aliyê dewleta tirk ve tên kirin ji rojnameya me re axivî.
Bîlgîç, diyar kir ku hişmediya ekolojiyê hişmendiya herî bingehîn e û wîha axiv,: “Hişmediya ekolojiyê hişmendiya herî bingehîn e, heta ku hişmendiya ekolojiyê kêmbe karê ku tu dikî ew ê kêm bimîne. Pêşî zanebûna domandina jiyana xwe berdewam dikî. Bêyî ku bişaftina tunebûnê re rû bi rû bimînî, mirov dikare jiyaneke rengîn bide avakirin. Ji hêlekê ve jiyan tune bive ji hêlekê ve tu dibêjî ez ê bijîm hevdû temam nake. Heta 10 salan tişta ku tu tune dikî dê hemû tarûmar dibin. Ji ber wê hişmendiya ekolojiyê hişmendiya herî bingehîn e.”
Li ser têkoşîna ekolojiyê jî Bîlgîç, daxuyand ku têkoşîna ekolojiyê têkoşîna jiyanê ye û navê ekolojiyê bixwe jî cihê jiyanê ye û wiha axivî: “Dema ku em bi pênaseya ekolojiyê ve destpê dikin exlaq û pirsgirêka ekolojiyê bi girêdayina komeleyan re dimîne. Têkoşîna ekolojiyê yên ku li wê erdnîgariyê dijîn aîdê wan e û têkoşîna hemûyan e. Têkoşîna ekolojiyê têkoşîna hemû civakê û hemû sazî dezgehên wê ne. Dema ku em lê dinêrin desthilatdar û şîrketên rantê dixwazin nêzîkatiya bi vî awayî li pêş bixin. Ew dixwazin ku jiyanê ji hev perçe bikin, têkiliya di nevbera civak ekolojiyê ji hev bidin qutkirin. Xala ekolojiyê ya sereke ew e ku li wê erdnigariyê çi hebe hevdû temam bikin. Ji avakirina komara tirk heta nêzîkatiya wan li hemberî kurdan û xwezaya wan dixwazin ku wan ji nasname, fikr û hebûna wan dûrbixin û dixwazin komereke li ser neteweyekê ava bikin. Di avakirinê de kurd hene lê dawiyê de mafê kurdan tê bênpêkirin. We demê jî di raporên xwe de dîsa rantê derdixin pêş. Di wan raporan de jî dibêjin dema ku hûn bixwazin kurdan ji hebûna wan dûrbixin pêşî xwezaya wan tehrîp bikin. Dema serhildana Dêrsimê de di wir de dibêjin pêşî li wê xwezayê digirin. Ji ber ku ew xweza hemû bi dar, av û çemên xwe gelek dewlemend e, xwestin ku wan deran hemû texrîb bikin. Ji wê rojê vir ve heta niha texrîbkirina xwezaya Kurdistanê bi domdarî dikin.”
Xwezayê talan dikin
Di berdawiya axaftina xwe de Bîlgîç, anî ziman ku li Kurdistanê talankirina xwezayê di 10 salên dawî dawî de gihiştiyê asta herî jor û wiha pêde çû: “Ji hêlekî ve mantiqa rantê ji hêlekê ve jî parastina ewlehiya derthilatdariya xwe xwezayê talan dikin. Her derê Kurdistanê dane ber bendavan, daristanan tune dikin. Li gelek deveran dane ber agir, mirov li erdnîgariya kijan bajarî dinêre hemû dane ber talankirin û qirkirina ekolojiyê didin meşandin. Qirkirina xwezayê li cîhanê weke sûcê mirıovahiyê tê pênasekirin, lê desthilatdar lê nanêre her derî tune dike. Heman tişt li geliyê Godernê jî dikin. Tişta ku li Dêrsim û Cûdiyê jî heman tişt e. Tişta ku bi kurdan re têkildar be dixwazin hemûyan di bin qirkirinê derbas bikin. Îro qirkirina avhewayê jî parçeyek ji van qirkirinan e. Talankirina xwezaya Kurdistanê dema ku tê kirin bandorê li hemû cihanê dike. Ji ber vê yekê parastina xwezayê parastina hemû gerdûnê ye.”
Hemû zindiyan dikujin
Bîlgîç, bi lêv kir ku pirsgirêka qirkirina ekolojiyê ji xwe sûceke mirovahiyê ye û wiha dimand: “Gelek zindî ji qirkirina xewzayê bi bandor dibin. Bi salan e li gelek çiyayên Kurdistanê û bi taybetî jî li çiyayê Cûdî ev qirkirina xwezayê tê kirin. Par li gorî daneyan di nava mehekê de ji sedî 8 darên darostanan hatine birîn. Dema ku em dibêjin daristan ew hêmayeke bingehîn a pergala xwezayê ye. Di wê xwezayê de gelek ajalên cuda dijîn û daristan bixwe bi tena serê zindiyeke li wê xwezayê. Ji ber ku ekoloji zindî û nezindî ji hev nade qetandin. Di daristanan de bi hezaran cureyên ajalan dijîn. Dema ew xweza tê talankirin gelo haya kî ji wan ajalan heye. Li wan daristanan nifşên gelek ajalan tê qetilkirin. Di ser de jî nahêlin ku em biçin lêkolîna wan herêmên ku tên talanakirin bikin, ji ber ku çûyîna wê derê jî qedexe dikin.”
Bîlgîç, anî ziman ku dewlet bi destên cerdevan û sîxuran xewzaya Kurdistatnû wêran dike û wiha dirêjayî da axaftina xwe: “Armanca wan bi taybetî jî li herêma Botan, dixwazin ku xwezaya li wir talan bikin û wan bikin rewşa jiyana rojane. Di heman demê cihên ku talankirin lê çêdibe hevkarên wan jî hene. Ew kes jî cerdevan û sîxur in ku bi dewletê re dixebitin. Bi vê mebestê dewleta dixwaze wan jî li wir bi xwe re dewlemend bike. Ji cîhanê bi giştî bi tenê rant dertê pêş. Esasên wan li Kurdistanê parastina desthilatiya wan e. Mînaka herî şênber a herî berbiçav Heskîfê ye. Heskîf êdî ji dîrokê wir ve bûye mîrateya çandî ya cîhanê. Dewleta heyî jî ev tişt tune kir, navê bendavê lêkirin lê di rastiyê de armanc tunekirina Heskîfê bû. Ew naxwazin ku cihekî kurdan hebe. Li gelek deverên cîhanê têkoşîneke bêhempa hat meşandin ji ku Heskîf tune nebe. Ji ber ku dîrokî bîra civakê ye, bîreke wisa ye ku naxwaze tu biaxivî. Bîra hevpar çanda hevpar hestên hevpar û bi hev re jiyanê tîne. Dema êrîşî bîrê dike bîra wan a hev par tune dike. Ji ber vê hemû cihên dîrokî tên talankirin. Hinek cureyên zindiyan jî bi tenê li wir dijîn..
Sûr û Hewsel hevdû temam dikin
Bîlgîç bi bîr xist ku Sûra Amedê nasnameya bîra civakê ye û wiha berdewam kir: “Xwestin kesên li Sûrê dijîn têkiliya di navbera wan de bê qutkirin. Niha jî ya girîng ew e ku nifşa ku heye ew ê çiqas karibe vê bîrê biparêze. Sûr û Baxçeyên Hewselê hevdû temam dikin. Dema ku Sûr tune be Hewsel nikare xwe domdar bike. Ji ber ku li wir dijîn ruhê jiyana civaka kurdewar dijîn. Xeta Hewselê û Sûrê dilê civaka Amedê ne. Ji ber ku hemû oksîjena Amedê bi Hewselê tê temamkirin. Lê mixabin piştî Sûrê em lê dinêrin nîvê Sûrê jî tune ye. Ji ber vê yekê pirsgirêka ekolojiyê pirsgirêka jiyanê ye. Di qada zanistiyê de jî desthilatdar hatiye avakirin. Ji ber ku ew çawa dixwazin civakê teşe bikin û zanistê li gorî xwe şîrove dikin. Bi vî awayî dixwazin van kiryarên xwe bidin normalîzekirin.”
Bîlgîç daxuyuand ku peywirdarên dewletê bixwe bersûcên talankirina xwezayê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha pirsgirêka ku em dijîn jî kesên erka wan a biparêzin e, ew bixwe jî bersûcên van kiryaran e. Mînak: Li Gordernê dar dihatin jêkirin em çûn cihên ku dar lê tên çinîn me lêkolîna wir kir. Me dît ku li wan deran hemû hatine rûtkirin. Armanca wan ew e ku li wir tu zindiyek nejî û mirov nikaribe li wir bijî. Niha li wir hemû bi panzeran dane girtin, nahêlin tu kes biçe wir. Em ji bo parastina xwezaya Geliyê Godernê, çûn li miduriyeta ku pêşî li vê bigire me dît ku ew şirîkên vî tiştî ne. Em nikarin xwe bigihînin sazî û dezgehên ku bi zagonên desthilatdariyan hatine pênasekirin. Ji ber ku ew bixwe jî ji wan teşe digirin. Ji bo me mekanîzmayên civakî yên jiyana civakê biparêze pêwîst e. Dema ku em xwe bispêrin van mekanîzmayan dê rewşa xeteretir bibe.”