12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parastina rewa jênegera jiyanê ye

Xecê Şen

Ji destpêka dîroka mirovahiyê û heta îro, polîtîkayên hişmendiya bavsalarî yên pergalên nijadperest, olperest, militarîst û birdoziya dewletperestan tundî û qirkirin li ser jin û zarokan bi gelek şêwe, rê û rêbazên cuda cuda pêk hatine û ev polîtîkayên rejîmên dagirker heta roja îro jî didomin.

Ji bo hebûn û xwebûnê pêdiviya hemû zindîweran bi xweparastinê heye û heta mirov pir bi hêsanî dikare bibêje ku divê jênegera jiyanê be. Ji ber ku her zindîwerek parçeyek ji hebûna gerdûnê ye, ji bo jîndarî û ahengiya gerdûnê xweparastin pîvaneke sereke û peywîreke pîroz e. Bêguman xweparastin jî bi xwerêxistinkirinê pêkan dibe. Anku bêrêxistinbûn xweparasatin nepêkan e. Herwiha azadîbûn jî bêxwerêxistinkirin û bêxweparastin nepêkan dibe. Nemaze ku ev zîndîwer civaka mirov û mirovahiyê be, wê demê ji bo hebûn, xwebûn û azadiya xwe, xwerêxstinkirin û xweparastin ji nan û avê jî ferztirîn dibe.

Herwiha Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan jî, di parêzname û nirxandinên xwe de, xwerêxistinkirin û xweparastin weku mijareke sereke girtiye dest û wiha dibêje: “Xwerêxistinkirin û xweparastina rewa xeteke girîng a demokrasiya modern e. Di civakên ku têkiliyên demokratik ên nûjen tunebin an jî êrîş li demokrasiyê bên kirin, li ser esasê pîvana xweparastina rewa, ji bo hebûn û xwebûnê rêxistbûn û parastin jî weku mafeke xwezayî û rewa ye. Herwiha ev mafekî herî bingehîn ê ji bo jiyana civaka mirovahiyê ye. Herwiha berxwedana ku bê kirin jî divê di çarçoveya mafê xweparastinê yê di esasê rêgeza demokratik a modernîteyê de bê kirin”.

Çima xwerêxistinkirin û xweparastin pêwîst e û divê mirov li dijî çi xwe bi rêxistin bike û xwe biparêze?

Bêguman bi hezaran sal in ku li ser erdnigariya me û civaka me polîtîkayên rejîmên dagirker ên tundî, talankirin û qirkirinê tên meşandin û divê li dijî van polîtîkayên şerê taybet ên dagirkeran helwesteke xweparastina rewa hebe. Em dema ku li daneyên agahiyên dîroknasan, xebatên arkeolojîk, civaknasî, çandî û zimanî  dinihêrîn, em bi rewşeke trajedîk û sosret re rû bi rû dimînin. Dema em dikevin nava rûpelên dîrokê birînên me hê kûrtirin û hûrtirîn dibim. Xebatên arkeolojîk ên ku van salên dawî ku hatine kirin, piranî jî teqabûlî ji berî zayînê 12-15 hezar salan zêdetirin dike, ku li ser erdnîgariya me û li ser civaka mirovhiyê polîtîkayên pergalên dewletên dagirker hatine meşandin û di encama polîtîkayên wan pergalan de talankirin, koçkirin, qirkirin û komkujiyên mezin ên li ser gelan, taybetî jî li ser jin û zarokan pêk hatine. Eger ku em bikevin nava rûpelên dîrokê û li pey dîroka tundî, talankirin, qirkirin û komkujiyê bikevin ê heta destpêka dîroka mirovahiyê jî biçe. Lewra mirov nikare dîroka tundiyê bi dîroka serdemekê ve bigire dest û binirxîne. Eger ku em tiştekî wisa bikin em ê bikevin nava şaşîtiyeke  herî mezin. Lewra tundiya li ser jin û zarokan xwedî dîrokeke kevn e. Eger ku em bikevin nava pelên dîroka qetmanên tundî û qirkirina jin û zarokan, wê demê ne du rûpel dê sed hezar rûpel têra mijara me nekin; ewqas dîrokeke xwe ya kûr û dûr heye. Lewra em nikarin tundî û qirkirina li ser jin û zarokan bi tenê ya fizîkî jî bigirin dest şîkar û şirove bikin. Ji destpêka dîroka mirovahiyê û heta îro, polîtîkayên hişmendiya bavsalarî yên pergalên nijadperest, olperest, militarîst û birdoziya dewletperestan tundî û qirkirin li ser jin û zarokan bi gelek şêwe, rê û rêbazên cuda cuda pêk hatine û ev polîtîkayên rejîmên dagirker heta roja îro jî didomin. Ji çanda modernîteya  kapîtalîzmê ya Ewropayî heta çanda paşverû ya feodalîzma Rojhilata Navîn, jin û zarok bi êrîşên hovane yên derwijdanî û derrewiştî re rû bi rû mane. Anku di serdema her qetmanekî de li ser jin û zarokan polîtîkayên birdozî yên bişaftin, biyanîbûn, koçberî, derûnî, siyasî, aborî, perwerdehî, tenduristî, çandî, zimanî tundî û qirkirin pêk hatiye. Herwiha tundî, kuştin û qirkirina li ser jin û zarokan herî zêde jî di serdemên şerê pergalên dewletperestan de pêk hatine û  jin û zarok her tim weku amûreke şer hatine bikaranîn û li ser wan qirkirin pêk hatine. Lê hêjayê gotiye ye ku jinan jî tu carî û di tu serdemê de serî li dijî pergalên dagirker netewandine, her tim berxwedan û têkoşînên bêhempa dane. Ji ber vê yekê jin her tim bi tecawîz, girtin, îdamkirin, kuştin û qirkirin rû bi rû mane. Ji dîroka mirovahiyê heta îro bi milyona mînakên şênber hene ku mirov bide xuyakirin. Lê tenê dixwazim bi wesîleya 25’ê Mijdar ‘Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî ya Cîhanê’, çend mînakên tradejîk û sosret bidim xuyakirin ku mijara me şênber bibe û nîşan bidim ku çima xwerêxistinkirin û xweparastin ji nan û avê jî pêwîstirîn e.

Belê, bi boneya 25’ê Mijdarê ‘Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya li Ser Jinê ya Navnetewî ya Cîhanê’, roja dîrokî ya berxwedana her sê xwişkên Mîrabel ên bi navê Patria, Mînerva û Marîa Teresa, yên ku polîtîkayên dîktatoriya pergala Tirujilo nepejirandibûn û li dijî wê têkoşîyabûn hatibûn tecawîzkirin û kuştin, her sal ji aliyên jinên têkoşer ve bi çalakiyên cihêrengîn ve tên bi bîranîn û çîroka wan tê vegotin. Heta dikarim bibêjim ku em bi çîroka berxwedêriya wan jinên berxwedêr mezin bûn û ketin nava têkoşîna azadiya jinan. Herwisa çîroka felsefeya jiyanê ya ku digot “Jiyana Min Her Tim Şer e” bi herdu jinên şoreşger ku pêşengiya felsefeya ‘jin jiyan azadî’yê kirin û bi keda xwe ilmê jin û jiyanê bi pêş xistin, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li navenda Parîsê ji aliyê pergala Tirkiyeyê ve hatin kuştin. Dîsa her çawa ku me li jor jî girîngî, pêwistî û pêdiviya xwerêxistinkirin û xweparastinê daye xuyakirin, bi dehan jinên weku Sêvê, Asya, Berjîn, Şêhrîban û dayika Taybet, ji bo rêxistinbûn û parastina jin, zarok û civaka xwe ya Zagrozî anku Kurdistanê, di herêmên xweser de ji aliyê dewleta mêrane ya Tirkiyeyê ve hatin kuştin. Bi hezaran jinên êzîdî ji aliyê DAIŞ’ê bi awayekî hovane ve hatin revandin, tecawîzkirin, li bazaran hatin firotin û kuştin. Em a rastî bibêjin ku di kesayeta jinên êzîdî de li ser gelê me yê êzîdî jinosît û jenosit pêk hat û ev hê jî didome. Dîsa Jîna Emînî ku ji ber ku porê wê hatibû xuyakirin ji aliyê ‘Polîsên Exlaqî’ yên pergala Îranê ve bi awayekî hovane hat kuştin. Rojnameger, nivîskar û pêşenga zanista jinan Jineolojiyê Nagihan Akarsel li Başûr (qaşo ‘Kurdistana azad’ ) li bajarê Silêmaniyê ji aliyê pergala Tirkiyeyê ve bi 11 guleyan hat kuştin, Şîrîn Elemhûlî ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin.  Herwiha di encama polîtîkayên şerê taybet ên pergala Tirkiyeyê de di serî de ji Ozgecan Aslan,  Gulistan Doku, Îpek Er, Sakîne Kulter heta Rojbîn Kabaiş, Narîn Guran û herî dawî jî li Stenbolê li bin navê ‘çeteyên yenîdogan’ de bûn sedema komkujiya bi dehan zarokên pêşeroja civakê. Ev mînakên henê ji bo xwerêxistinkirin û xweparastinê sedema herî mezin in.

Ji mînakên ku me li jor dane xuyakirin tenê be jî, pirsa çima xwerêxistinkirin û xweparastin pêwîst e û divê mirov li dijî çi xwerêxistin bike û xwe çawa biparêze? Bersiveke pir bi wate dide mirov. Ji ber vê yekê em dibêjin ji nav û avê jî pêwistir in pêdiviya mirovan bi xwerêxistinkirin û xweparastinê heye. Herwiha ji bo hebûn, xwebûn û jîndeweriyê pêdivî û pêwîstiya her xweparastina her zindîwerekê heye û heta mirov pir bi hêsanî dikare bibêje ku divê jênegera jiyanê be. Ji ber ku her zindîwerek parçeyek ji hebûna gerdûnê ye, ji bo jîndarî û ahengiya gerdûnê, xweparastin pîvaneke sereke û ta mirov pir bi hêsanî dikare bibêje ku divê jêneger e û peywîreke pîroz e.

Bi vê baweriyê 25’ê Mijdarê ‘Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê’ li hemû jinan pîroz dikim û hêvîdar im ku êdî rojên bêşer, bêtundî  û bêkuştin, rojên aram, bi aştî û azadî bi vîna azad re bîjîn û êdî em çîrokên azadiyê binivîsînin.