17 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Parastina kurdî parastina neteweyî ye!

Çawa ku misliman dibêjin ku "te îro ji bo xwedê çi kir" divê em jî weke kurdekî, weke civaka kurd her roj ji xwe bipirsin "ka gelo min, me îro ji bo kurdî çi kir" Kirin û xebatên me wê me û zimanê me ji mirinê rizgar bikin.

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn jî ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin jî.” Celadet Elî Bedirxan bi van gotinan dest bi felata Kurdî kiribû û rêya xweşiyê dabû pêşiya kurdan. Celadet Elî Bedirxan beriya 93 salan bi van gotinan xwest ‘Hawar’a zimanê kurdî bigihijîne civaka xwe. Wî ev gotin piştî parçekirina Kurdistanê ya di nav çar netew-dewletan de dest nîşan kiribûn. Wî polîtîkaya netew-dewletan a bişavtin û helandinê di wê demê de fêm kiribû. Lewra rêya rizgarî û azadiyê di zimanî de dabû nîşandan. Êdî wî berê hemû hêza xwe dabû pêşxistina zimanê dayîka xwe. Ji bo pêşxistina kurdî tevî hemû bêderfetiyên serdemê jî di destpêkê de kovara Hawarê derxist û bi awayekî di nav kurdan de belav kir. Hawar destpêk bû. Lêbelê Hawar bû kaniya kurdî. Ji ber ku heta roja îro jî Hawar çavkaniya herî mezin e, ji bo kesên li ser kurdî lêkolînan dikin.

Tevî hemû derfetên vê serdemê jî hê hawara kurdî ye. Hê jî gelek hêlan ve kurdî dike hawar û qêrîn. Hê jî ji bo parastina kurdî xebatên lokal û teng tên meşandin. Di esasê xwe de hebûna xebatên li ser zimanî baş in. Lêbelê tevî hemû hewldan û xebatan jî qada kurdî di nav civakê de teng dibe. Civak, siyasetmedar, akademîsyen û zarokên me berê xwe dane zimanekî din. Zimanê dagirkerên welatê me ketiye nav hemû malên kurdan. Tengbûna qada kurdî, mezinbûna qada dagirkeran e. Lewra beriya her tiştî divê em qada kurdî berfirehtir bikin, ev yek jî bi pêşîlêgirtina zimanê dagirkeran pêkan e. Ango divê em zimanê serdestan ji nav malên xwe bimalin û li malên xwe kurdî serdest bikin. Piştre di her qada jiyanê de kurdî bikin parçeyek jiyana xwe. Lê belê tevî hemû derfetên heyî jî hê gelek hincetên kes, malbat û civaka me hene ku nikarin kurdî fêr bibin. Lêbelê divê em ji bîr nekin ku ziman li malê ye û li her derê ye, bi kes, malbat û civakê re ye. Dema mirov bixwaze, mirov dikare zimanî bixe parçeyek jiyana xwe. Jixwe ziman bibe parçeyek jiyana kes, malbat û civakê wê ti carî ziman dest ji wan bernede. Çawa ku ji bo berdewamiya jiyanê av, hewa û xwarin pêwîst e, ji bo berdewamiya jiyana civakê jî ziman pêwîst e. Çawa ku ji bo em nemirin, her roj xwarinê dixwin, avê vedixwin, ji bo civaka me jî nemire divê em her roj bi zimanê xwe biaxivin, bifikirin, binivîsin, bixwînin. Lê heke em zimanî nekin parçeyekî jiyana xwe, wê ziman jî ji nav me bar bike. Çawa ku ji bo berdewamiya civakî û netewî ziman pêwîst e, ji bo berdewamiya zimanî jî mirov, civak û netewe pêwîst e. Ango pêwîstiya zimanî neteweyê heye, pêwîstiya neteweyê jî bi zimanî heye. Her du hevdû xwedî, mezin û bilind dikin.

Çawa ku misliman dibêjin ku “te îro ji bo xwedê çi kir” divê em jî weke kurdekî, weke civaka kurd her roj ji xwe bipirsin “ka gelo min, me îro ji bo kurdî çi kir” Kirin û xebatên me wê me û zimanê me ji mirinê rizgar bikin. Ji ber ku tiştên zindî û jiyanî domdariyê dixwazin, divê em ti carî vî zimanî ji devê xwe, ji mala xwe û ji welatê xwe dernexînin û nehêlin ku zimanên din bi awayekî domdar bikevin dev, mal û welatê me.

Fîlozofê Alman Heidegger dibêje ku “ziman mala hebûnê ye” ango hebûn bi zimanî derdikeve holê. Heke ziman tune be, em ê nikaribin qala hebûnê jî bikin. Li gorî wî ziman tenê ne amûreke danûstendinê ye, hebûn bi dewla serê zimanî derdikeve holê. Ango ziman hebûna neteweyan e û xwenaskirina neteweyan bi ziman pêkan. Hebûn û xwebûna neteweya me jî bi dewla serê zimanê me heta roja îro maye. Lewra peywira sereke ya neteweya me ji îro şûnde parastina zimanê me ye.

Dinya û feraseta mirovan li gorî berfirehiya zimanî ye. Ango ziman karibe behsa çi bike û çi vebêje, dinyaya mirovan jî ewqas e.  Lewra em çiqasî karibin zimanê xwe bi kar bînin, em ê karibin ewqasî jî dinyaya xwe dewlemend û berfireh bikin. Ango bikaranîna zimanî qada mirovan a jiyanê nîşan dide.

Bi kurt û kurmancî ziman karê hiş û hişmendiyê ye. Divê hişmendiya me û civaka me li ser bingeha  zimanê me geş bibe. Ji ber ku hebûn, xwebûn û xwenaskirin bi zimanê zikmakî pêkan e. Lewra divê em wekî kes û civak analîzeke baş li ser bikaranîna zimanê zikmakî bikin da ku em karibin erênî û neyîniyên zimanê zikmakî ji hev veqetînin. Divê em ji bîr nekin ku parastin û berdewamiya zimanî rasterast bi hebûna neteweyan re têkildar e. Bandora zimanî li ser pêşketin û serketina kesayetî û nasnameya kesan heye. Ziman parçeyek ji nasnameya çandî ya kes û civakan e. Li gorî lêkolînan zimanê zikmakî bandora erênî li ser ramana rexneyî, têgihiştin û çareserkirina pirsgirêkan dike.

Heke zimanê zikmakî baş be, rê li ber fêrkirina zimanê duyem û sêyem jî vedike. Bi van encamên lêkolînên zanistî jî diyar dibe ku zimanê zikmakî bi her awayî bandora erênî li ser berdewamiya civakî û kesayetî dike.

Bi van hest û ramanan cejna zimanê kurdî li hemû kesên kurdîhez pîroz be.