“Civakên ku ji exlaq bêpar mane, ji bîra xwe ya hişmendî dûr dikevin, hêza kenvneşopiya xwe ya qayde û sazîbûnê winda dike. Ev jî di her warî de wan bê parastina cewherî dihêle”
Abdullah Ocalan
Civaka kurd a ku bi hezaran sal e li ser erdnîgariya Mezopotamiyayê jiyana xwe ava dike, xwedî kevneşopiyeke gelek kûr û qedîm e. Ne tenê di warê çand, ziman, huner û muzîkê de, di warê cil û berg de jî wisa ye, di warê avahîsazî û hwd. de jî xwedî berhemekî qedîm e. Ruxmê bi hezaran talan û dagirkerî jî, vê hêza xwe berdewam dike. Di serdema me ya îroyîn de jî çendin dagirkeriya netewe dewletan bi hemû hovîtiya xwe civaka me dorpêç kiribe, ne kariye vê ruhê ji holê rake.
Civaka me vê ruhê ji ku digire û çawa ew qas berxwedêr e? Dagirkeriyê civaka me anîbû çi halî? Ev rehê berxwedêr çawa xwe li jiyanê girt? Ji nû ve çawa zindî bû û berdêlek çawa hat dayîn? Bêguman gelek tişt di têkoşîna azadiya gelê kurd a 50 salên dawî de veşartî ye. Ji xwe di civaka kurd de çandeke berxwedêr hebû, kurd xwedî kok in jî. Lê ji hêlekî ve jî dijmin gelekî bi vê kok û ruhî lîstiye. Ji nû ve zindîkirin girîng e. Ev çawa pêk hat û rêbazek çawa hat ceribandin? Ew jî di hunera Rêbertî û Tevgera Azadiyê ya vî gelî de veşartî ye.
Ev hunera çavkaniya xwe ji hêstên şoreşgerî, exlaqî û polîtîk ên pêşengên civaka kurd digire. Pîr û pak e, xwedî hêza avakar e, bi xwe dizane û ji xwe dizê, wekî rûbar e û herikbar e. Qaydeyên xwe hene û wisa bi rehetî kes nikare pê bileyze. Yên ku dema pê bileyzin li wan vedigere û bi gotineke olî xenîmê wan dibe û wan fehş dike. Me gelek kes dîtine ku bi salan e dixwazin bi vê kok û ruhî bileyzin. Hele hele piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şûn de, hema bêje hemû berhemên şerê taybet ketine tevgerê û bi taybetî li ser medyaya sanal êrîşên bê exlaq dikin. Di nava van de qaşo hin kurd jî hene. Ji ber ku çeka wan a êrîşê ji destê wan hatiye girtin dîn û har bûne. Gilêz bi devê wan ketiye û wekî lawiran dev avîtine laşê xwe, xwe dixwin.
Sed mixabin di nava civaka mirovahiyê de beşeke wiha ji hevdeketî heye. Dijmin gelekî pê leyistiye û ji her nirxî dûr xistiye. Çawa ku beşeke xwedî kok û esil heye, li ber xwe dide û nirxên xwe diparêze, ev beşa ku em qala wî dikin jî êrîşkar e, ne xwedî çandeke exlaqî û polîtîk e. Ne azad e, ji ber wê yekê bê parastin maye. Tu wateyê nade azadiyê, ew tenê bi îtehatkariya serdestê xwe ve girêdayî ne. Bi carekî de dikarin hemû nirxên mirovahiyê di oxira berjewendiyên xwe yên kesayetî de bifiroşin. Jiyana xwe li ser derewan ava kirin e. Dijminê heqîqet û rastiyan e. Ji bo îxaneta di nava xwe de bitepisînin, hemû hewldanên civaka demokratîk dike armanc û êrîşê wan berheman dikin. Wan hewldanan wekî îxanet pênase dikin. Lê çi dikin jî dil û ruhên xwe rehet nakin. Di cihê xwe de dizi(vi)rin û dîsa êrîş dikin. Hemû hewldanan diceribînin û nirxkujiyê wekî armancekî pêktînin.
Heke rastiya van kes û kusan bi awayekî şênber bê pênasekirin, gelo sedemên ku kesayetî û beşeke civakê xistiye vî halî çiye? Ji bo sererastkirina wan divê rêbazek çawa bê bikaranîn? Bêguman sedem polîtîkaya dijmin a qirkirina çandî û kesayetiya mêtinger e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê qirkirina çandî de wiha dibêje: “Qirkirina çandî li gorî qirkirina fîzîkî zêdetir bi êş û elem e. Ev qirkirin li demê tê belavkirin û felaketeke mezin bi serê civakê de tîne. Bi qirkirina çandî û zimanî civakan ji nasnameya wê dixin û hemû çandên madî û manewî ji holê tê rakirin.” Dema em bi baldarî li civaka kurd a li çar perçeyên Kurdistanê mêze bikin, dewletan bi rastî jî çawa bi awayekî hovane civaka kurd li çarmixê xistiye, bi awayekî dilêş xwe dide nîşan. Gelê kurd bi sedan salan e di çarmixê de ye, Rêbertî û Tevgera Azadiya vî gelî jî ev 50 sal e bi xwîn û xwedan dixwaze gelê xwe ji vê çarmixê daxe, gel û civaka xwe bi xeml, xweza û mirovî bike.