11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Paradîgmaya sedsala nû

Tu tişt bê binyad saz nabe. Binyadeke xûrt jî bi zanîn û feraset ava dibe. Ango mirov bi zanîn û feraseta xwe hebûna xwe misoger dike. Dîroka mirovahiyê jî li ser vê hîmê hatiye sazkirin.

Dem, azar û bêzar e. Carinan dibe zahmetiyek û jiyan kul dike. Kula demê li hev kom dibe û wek tofan û bagerê her tiştî dide ber xwe. Divê pêşî lê bê girtin. Ger neyê astengkirin wê bibe kula bê derman, bibe pençeşêr, bibe êşa zirav.

Mirov dikare demê bike derman jî. Êş û janên hezar salan derman bike. Ji bo wê jî vîneke xûrt lazim e. Tu tişt bê binyad saz nabe. Binyadeke xûrt jî bi zanîn û feraset ava dibe. Ango mirov bi zanîn û feraseta xwe hebûna xwe misoger dike. Dîroka mirovahiyê jî li ser vê hîmê hatiye sazkirin. Her çiqas tu xwe ji vê rastiyê dûr bixe, ewqas dikevî. Lê zanîna vê rastiyê te careke din derdixe ser rû.

Kurd gelek zilm û zor dîtine. Gelek êş û jan kişandine. Lê roja îro em dibînin hê jî bindest in. Gelo sedemên vê bindestiyê divê em li ku bigerin? Ji bo vê çiqas serî tê êşandin?

Kirasê teng a netew-dewletiyê

Helbet têkoşîna rizgariya gelê kurd dema destpêkir ev mijarên ha di rojevê de bûn. Tehlîl û tespîtên dihatin kirin, li ser koletî û bêzariya kurdan bûn. Tehlîl û teşhîs rast bûn. Gelek ponijandin li ser hebû. Têkoşînên cîhanî dihatin lêkolînkirin. Kêmasî û nebesî dihatin tespîtkirin. Lê belayeke Kurdan hebû; kurd ji gelek aliyan ve ji miletên din yên cîhanê vediqetiyan. Hin tedawiyên ku di encama lêkolînan de hatibûn tespîtkirin ji bo kurdan ne derbasdar bû.

Weke mînak; kirasê netew-dewletiyê ji kurdan re teng dihat. Di rastiyê de netew-dewletî ji tevahiya Rojhilata Navîn re teng bû. Sed sale şer û pêvçûn li Rojhilata Navîn bi dawî nebûne. Sedema vê ya sereke netew-dewletiya ku ji nava dilê modernîteya kapîtalîst derketiye, nebû derman ji gelên Rojhilata Navîn re. Her ku çû nakokiyan kurtir kir. Zilma li ser gelan zêdetir kir. Geh şer di nava dewletan de derketin, geh şerên navxweyî. Niha tevahiya van dewletên ku bi hişmendiya modernîteya kapîtalîst hatibûn avakirin yek bi yek têk diçin. Afganîstan, Lubnan, Irak, Sûriye, niha jî Îran…  Pişaftinek mezin heye li van weletan. Lê mixabin dîsa gelên Rojhilata Navîn zerorê dibinin.

Li dij netew-dewletiyê paradîgmaya nû

Me got kirasê netew-dewletiyê ji Kurdan re teng hat. Dibe hin derdor bêjin “mafê Kurdan jî heye ku bibin dewlet.” Pêkan e… Ger PKK bixwesta belkî heta niha deh caran dewlet avakiribû. Balkêş e, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi heyeta DEM Partiyê re car caran behsa vê mijarê dike: “Ger em bixwazin helbet em dikarin dewletek ava bikin. Em dikarin hêzên dijberê xwe têk bibin. Lê ev wê bibe ‘serkeftina Pîrûsê.”

Ango rêzdar Ocalan dixwaze bêje ku serkeftinek bi vê rengî wê tu feydeyê nede neteweya kurd jî. Mafdar e… Lê ne tenê mafdar e, her wiha ideolog û avakarê fikriyata nû ya gelê kurd e. Lewra ew naxwaze Kurdên ku hezar salin li statuya xwe digere bi kirasê netew-dewletê ku jê re teng tê bipêçe. Zane ku ev yek mirina neteweya kurd e. Lewma ew bixwe bi paradîgmayeke nû derdikeve ser dikê û pêşberî gelên cîhanê.

Di “Perspektîf” a ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji bo Kongreya 12mîn a PKKê re şandiye, em rastî nirxandinek demdirêj a pêvajoya dîrokî tên. Birêz Ocalan ji vir bi rê dikeve û paradîgmaya serdema nû saz dike. Bêguman, dema ku pêvajoya dîrokî û sedsala dawî dinirxîne, pêşketinên ku hatine jiyîn bi tundî rexne dike. Dema ku Kapîtalîzmê analîz dike, kêmasî û nebesiyên Sosyalîzma Reel û Marksîzmê radixe ber çavan. Bi taybetî rewşa ku Kurd tê de ne analîz dike. Ew faktorên ku rê li ber dîtina cihê ku kurd heq dikin di nav gelên cîhanê de rave dike. Ew behsa wê yekê dike ku lêgerîna kurdan a ji bo statûyê çawa hatiye astengkirin. Ew bandora hin malbat û eşîran, xeletiyên ku hatine kirin, xiyanet, encamên nebes jêhatîbûnê, çawa nêzîkatiyên reaksiyoner bûne sedema windakirina kurdan û gelek sedemên din rêz dike û di rastiyê de ew bi berfirehî analîz dike ka em çawa gihîştine vê rojê.

Berî niha li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk pêşniyar kiribû. Ji bo gelê kurd û tevahiya Rojhilata Navîn jî, fikriyata konfederalîzma demokratîk ava kir. Îro jî bi sosyalîzma rasteqîn û demokrasiya civaktî paradigmaya xwe bi rih û can dike, bi goşt û hestî saz dike.

Bandor li gelên cîhanê dike

Di nava vê paradîgmayê de ne tenê erkên siyasî hene, her wiha ji şexsiyeta mirovan bigirin, sosyolîteya civakê, azadiya jinê, heta rewş û parastina xwezayê gelek mijar cih digirin. Formulasyonek wisaye ku azadiya gelê kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn dide ber xwe. Bandoreke wisa li civakê dike ku hêdî hêdî wê di nava tevahiya gelên cîhanê de belav bibe.

Van rojên dawî em berê xwe didinê gelek feylosof û zanyarên cîhanî didin xûyakirin ku ew feyz ji fikr û ramanên birêz Ocalan digrin. Ev yek ne tişteke biçûk e. Her ku here wê mezintir bibe, wê bêhtir belav bibe. Ev yek hinek hêzên hegemon yên navdewletî ditirsîne lê em bawerin ku ev hêzên ha jî wê nikaribin xwe li ber vê pêla belavbûna fikriyata birêz Ocalan bigrin.

Niha tişta herî girîng ew e ku tekoşerên rêya azadiyê û tevahiya gelê kurd wê çawa li vê paradîgmayê xwedî derkevin. Ger xwedî derketineke xûrt derkeve holê wê ev pirsgirêk ewqas zûtir çareser bibe. Her wiha azadiya birêz Ocalan wê bêhtir pêkan be. Pêve girêdayî azadiya gelê kurd û gelên din yên Rojhilata Navîn wê êdî ne dûr be. Divê em tev zanibin ev fikr û raman paradîgmaya sedsala nû ye.