18 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pall û Dara ji bo pêşangehê amade ne

Ji Weşanxaneya Darayê Bawer Berşev diyar kir ku bi giştî 160 berhemên xwe ku 12 ji wan nû ne dê di vê pêşanangeha Amedê de cihê xwe bigirin. Ji Weşanxaneya Pallê jî Înan Eroglu da zanîn ku ewê îsal bi 25 berhemên xwe ku 11 ji wan nû ne beşdarî pêşangehê bibin

Îsal dê di navbera 18-26ê cotmehê de li Navenda Kongre û Pêşengehê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî ya Amedê dê 9mîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bê lidarxistin. Di vê pêşangehê de dê 32 weşanxaneyên kurd û saziyên ziman û çanda kurdî jî cih bigirin û standên xwe vekin. Dê pêşangeh bi merasîmekê bê vekirin û 9 rojan bidome. Xudiyên  Weşanxaneyên  Pall û Darayê li ser amadebûna xwe ya ji bo pêşangehê axivîn.

Xudiyê Weşanxaneya Darayê Bawer Berşev pêşangeha pirtûka ji bo xwînerên Amedê û yên herêmê wekî derfetekî xwe gihandina pirûkan nirxan. Bawer Berşev, diyar kir ku ew jî ji bo ji daxwaz û bendewariya xwîneran re bibin bersiv amadekariyên xwe kirine û ev tişt anî ziman: Belê îsal em gelekî baş amade bûne ji bo pêşangehê, me gelek berhemên nû çap kir. Hema bêje ev 3 mehin em amadehiya vê fuarê dikin. Em bawerin dê xwîner ji standa me dikaribe xwe bigihînin her cure berhem.”

Bawer Berşev bi berdewamî destnîşan kir ku dê bi 160 berhemên xwe û yên nû beşdarî vê pêşangehê bibin û ev tişt got: “Em giştî 160 berhemê ve tevê pêşangehê dibin. 9 ji van pirtûkên nû nin. Ev 2 salin ji ber krîzê em berhemên nû zû bi zû çap nakin. Îsal me giştî 12 pirtûk çap kirine. 4 ji van jî bi kurdî ne.”

Herî dawî Bawer Berşev ji bo xwînerên kurd wiha got: “Îsal hema bêje hemû weşanxaneyên me baş amadehî kirin. Gelekî pirtûkên nû derketin. Hemû weşanxaneyên bi gelek zor zehmetiyê beşdarê fuarê dibin. Xwînerên kurd jî werin silavek bidin weşanxaneyên kurdî dê gelekî baş be. Em ê bi ditîna xwîneran kêfxweş bin.”

Weşanxaneya Pallê jî amade ye

Weşanxaneya Pallê jî bi heman awayî amadekariyên xwe kiriye û dê di vê pêşangehê de cihê xwe bigire. Li ser navê weşanxayê Înan Eroglû jî diyar kir ku ew ji bo pêşangehê amade û îsal ew li cihekî nû yê mezintirîn ji cihên berê yê pêşangehê ne. Înan Eroglu destnîşan kir ku dê îsal bi 25 berhemên xwe di pêşangehê de cihê xwe bigirin.

Înan Eroglu bi berdewamî da zanîn ku wan îsal 11 berhem çap kirine û wiha got: “Me îsal 11 berhem çap kirin. Hemû berhemên me jî bi kurdî ne.” Înan Eroglû berhemên xwe yên ku dê cara yekemîn di vê pêşangehê de cihê xwe bigire wiha rêz kir: “Vik û Vala – Erdal Kaya, Mominko û Lehiya Mezin – Tove Jannson – Ji swêdî: Robîn Şahîn,  Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê – Tove Jannson – Ji swêdî: Robîn Şahîn,  Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr – Amadekar: Înan Eroglu.”

Înan Eroglu her wiha ev bang li xwîner û pirtûkhezan kir: “Daxwaza me ew e xwînerên me tev li van fuaran bibin. Ji ber ku ev hewla me ji bo wan e ku em can berheman bigihînin wan.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê