1 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Pakêtên kuştinê

Bi pakêta darazê rê li pêşiya girtiyên edlî hatin vekirin. Heta niha gelek girtiyên edlî çawa derketin yekser çûn dest bi kuştinê kirin. Mînaka herî dawî jî Oyak Gur çawa derket li Navçeya Sûrê ya Amedê Roja Yakişikli kuşt.

Di 24ê Kanûnê de 11emîn pakêta darazê li meclisê hat erêkirin. Piştî pakêta darazê rêya berdanê ji hezaran girtiyên edlî re hat vekirin. Çawa ku girtiyên edlî hatin berdan, Okay Gur  ê ji girtîgehê derket 3 roj şunde di 27ê kanûnê de li navçeya Sûrê ya Amedê Rojda Yakişikli kuşt. Beriya wê jî dîsa dema pakêtên darazê derketibûn, girtiyên edlî ku ji girtîgehê derketibûn dîsa dest bi kuştina mirovan kiribûn.

Di 6 salên dawî yên serdema AKPê de 11 parêtên darazê derketin. Bi deh hezaran girtiyên edlî ji van pakêtan sûd girtin û serbest hatin berdan. Her pakêtek darazê ku derket û girtiyên edlî hatin berdan, ew girtiyên kujer ku ji girtîgehan derketin ewil çûn jin qetil kirin.

Piştî pakêtên darazê ji meclisê derbas bûn û girtiyên edlî hatin berdan, kuştina jinan zêdetir bû. Li gel ku girtiyên edlî yên serbest têne berdan diçin jinan qetil dikin jî, dîsa pakêteke din ji bo wan tê amadekirin û dîsa serbest têne berdan.  Her roj jin û zarok ji aliyê zilaman ve têne kuştin. Li gel ku kujer diyar in jî nayên cezakirin. An jî dema ku têne girtin piştî pakêteke darazê dîsa serbest têne berdan. Ev dibe sedem ku kuştin zêde bibe. Dibe sedem ku rê li pêşiya kuştinan neyê girtin. Ev nişan dide ku ev pakêtên darazê vedigerin pakêtê kuştinê.

Di vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku tê xwestin hemû girtiyên siyasî û nexweş serbest bêne berdan; li şûna wan girtiyên edlî û kujer têne berdan. Dîsa ligel ku piraniya civakê li dijî vê yekê derdikevin ev pakêt di meclisê re derbas dibin. Tacîzakr, tecawizkar, kujer û tiryakêş têne efokurin û serbest têne berdan. Bi destê meclisê kujer serbest têne berdan. Bi destê meclisê rê li pêşiya kuştinên nû tê vekirin û jin têne kuştin.

Lê li aliyê din girtiyên ku ji ber fikr û gotinên xwe hatine girtin, serbest nayên berdan. Li gorî  rapor û daneyên parazvanên mafên mirovan Hezar û 412 girtiyên nexweş li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hene. Zêdetirî 500 girtiyên nexweş rewşa wan giran e û divê bi lezgîn serbest bêne berdan. Lê ji bo zagon ji bo wan nayên amadekirin û pakêt ji bo girtiyên siyasî nayên amadekirin, girtiyên siyasî û nexweş nayên berdan. Girtiyên ku cezayên wan qelas bûne jî nayên berdan. Heta niha bi sedan girtiyên siyasî li gel ku cezayên wan xelas bûne jî, cezayê wan 2-3 salan têne dirêjkirin. Dadgeh li şûna girtiyên siyasî serbest berde, înîsiyatif xistiye destê Lijneyên Çavdêriyê Girtîgehan û girtî dubare têne czeakirin. Girtiyên ku 30 salin girtî ne û divê serbest bêne berdan, 32-33 sal girtî ne û nayên berdan.

Şertekî banga Aştî û Civaka Demokratîk ew e ku girtiyên siyasî bêne berdan û mirov ji ber fikr, raman, nasname, bawerî û çanda xwe neyên girtin û nayên darizandin.  Aştî û aramî pêş bikeve û civakek demokratiîk bê avakirin. Lê ku bi pakêtên darazê rê li pêşiya girtiyên ku ji sûcê kuştin, tecawiz, tiryakê hatine girtin, bê vekirin, dê ev kesana dîsa zerarê bidin civakê. Kuştin dê zêdetir bibe.