Peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha 1923’an de li bajarê Lozan ê Swîsreyê hat îmzekirin. Bi peymanê dewleta Osmaniyan bi awayekî fermî bi dawî bû û Komara Tirkiyeyê hat damezrandin. Her wiha bi îmzekirina peymanê re Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hat dabeşkirin û hemû mafên kurdan ên neteweyî tune hatin hesibandin. Bi vê re li herêmê li dijî kurdan polîtîkayên înkar û pişaftinê dest pê kirin. Tevî ku di ser peymanê re 100 sal derbas bûne jî ev polîtîka îro jî tên domandin û dewletên Kurdistan li ser wan hatiye tapokirin kurdan tune dihesibînin.
Hevserokê Giştî yê berê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, der barê Peymana Lozanê de ji rojname ya me re axîv û nirxandinên girîng kirin. Turkdogan, diyar kir ku Peyman Lozanê ji girtekên ku ji 8 cîldan pêk tê ya ji aliyê weşanên Yapi Kredî ve ji bo tirkî hatiye wergerandan lêkolîn kiriye û wiha got: “Pir balkêş e, li tu derê behsa kurdan nayê kirin. Bêguman, divê girtekên orîjînal ên fransî jî werin kontrolkirin. Tenê behsa kêmnetewên ne misilman ên li çiyayên Kurdistanê dijîn tê kirin. Lê belê em dibînin ku gelek caran di girtekan de qala Mîsak-î Mîllî tê kirin. Parlamenterên dawî yên Parlamentoya Osmaniyan Mîsak-î Mîllî weke welatê tirk û kurdan ku misilman bûne pênase kirine. Ji ber vê yekê, difikirim ku têgihîştinek nepenî heye ku di Mîsak-î Mîllî de kurd hene. Tevî vê yeke jî di xalên 38 û 39’an ên Peymana Lozanê de ji bo parastina kêmnetewan gotina “her kesê li Tirkiyeyê rûdine” hatiye gotin. Tê gotin ku her kesê ji her bawerî, ol û mezhebê xwedî mafên azad û xwe îfadekirinê ne. Dîsa di xalbend 2, 3, 4 û 5 ên xala 39’an de mafên olî û mezhebî yên her kesê ku li Tirkiyeyê rûdine, hatiye mîsogerkirin.”
Xeletiya Dîrokî
Di berdewamê de Turkdogan, destnîşan kir ku Peymana Lozanê de komên nîjadî û baweriyên ne misilman weke kêmnetewe hatine pênasekirin û ev tişt got: “Di çarçoveya mafên kêmneteweyan de mafên ziman, ol, bawerî û mezhebî hatine garantîkirin. Îsmet Înonu, Dr Riza Nûr û Hasan Saka weke nûnerên Meclisa Tirkiyeyê Peymana Lozanê îmze kirin. Em dikarin bibêjin sedema ku li Lozanê behsa kurdan nehatiye kirin Destûra Bingehîn a 1921’an e. Ji ber ku di vê destûrê de Xweseriya Herêmî hatiye qebûlkirin û parlementerên kurd bi nasnameya kurdî di Meclisa Tirkiyeyê de amade bûne. Dibe ku beşdarên peymanê fikirîbin ku mafên wan ên destûrî di hundir de hatine misogerkirin. Ji ber vê sedemê dibe ku meseleya kurdan derneketibe rojevê. Xala ku parlameterê kurd lê şaş bûn, rêbaza tepeserkirina serhildana Koçgiriyê ya sala 1921’an e. Ger bûyerên ku bûne sedema vê serhildanê û rêbaza tepisandinê rast bihatana analîzkirin, ez bawerim xeletiyeke wiha dîrokî nedihat kirin.”
‘Ne xwedî tecrube bûn’
Turkdogan, di axaftina xwe de bi bîr xist ku nûnerên welatên din, li ser her mijarî axivîne û lê di mijara kurdan de bêdeng mane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha divê bihata zanîn ku komara nû ya ji aliyê kadroyên Partiya Îttîhat û Terakkî ve hatiye avakirin dikare heman siyasetê bimeşîne. Li gorî min ger kurdan bixwesta ku mafên kurdan di bin sernavekî cuda de li Lozanê were nîqaşkirin, bi îhtimaleke mezin dê van mafan li Lozanê jî cihê xwe bigirta. Lêbelê, li ser vê mijarê agahdariyên dîrokî hewce ne. Her wiha gelek watedar e ku nûnerên Îngilistan, Fransa û dewletên din ên ku li Lozanê li ser her mijarê axivîn, di mijara kurdan de bêdeng bûn. Di vê mîjarê de mirov dikare serî li nêrînên Dr.Îsmaîl Beşîkçî yên di der barê mêtingeriya navnetewî ya Kurdistanê de bixe. Telegrafa ku ji aliyê parlamenterên kurd ve hatiye şandin, ji aliyê heyeta Lozanê ve bi xeletî hatiye bikaranîn û welatên beşdarê civînê jî hema bêje ev yek weke firsendekê nirxandine. Vê yekê nîşan da ku parlamenterên kurd ji aliyê siyasî ve têra xwe ne xwedî tecrûbe ne û dikarin bi hêsanî bên xapandin. Bi rastî jî ev xapandin bi salan berdewam kir. Hîn jî berdewam dike.”
‘Divê di vê de israr bê kirin’
Di dawiya axaftina xwe de Turkdogan, ev tişt gotin: “Divê kurd di 100 saliya Lozanê de zêdetir behsa mafên xwe yên ji dîrokê tên bikin. Heger Peymana Mîsak-î Mîlî ya kurd û tirkan be, çima li vî welatî mafên kurdan ên li ser bingeha navendîbûnê nehatine naskirin. Divê mafên ku di Destûra Bingehîn a 1921’an de hatine bidestxistin, bi israr bên pêkanîn. Pêşniyarên Xweseriya Demokratîk û konfederalîzma demokratîk, pêşniyarên ku ji bo kurdan di vê serdemê de dikarin bên bicîhanîn. Divê ev israr bên xwestin. Kurd xwedî mafên statuyeke dîrokî ne. Otonomiya li welatên ku kurd lê dijîn û konfederalîzma li Rojhilata Navîn pêşniyarên ku di warê statuyê de dikarin bên bicihanîn.”