12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ozturk: Ev Newroza azadiya Ocalan e

Li Amedê di 20 salên dawî de her sal bi tevlêbûna sed hezaran Newroz tê pîrozkirin. Bi taybetî piştî Newroza 2013’an ku nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat xwendin heta niha bi tevlêbûna sed hezaran kesan Newroz tê pîrozkirin. Îsal jî tevî hemû astengî û mudaxaleyên polîsan bi tevlêbûna sed hezaran kesan Newroz hat pîrozkirin. Bi milyonan kesên ku astengî yek bi yek derbas kirin û bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” herikîn qada Newroza Amedê, ji bo azadiya Ocalan qîr kirin.

Li Qada ku coş derket asta herî jorî, Servet Kocakaya derket ser dike. Kocakaya, ku ji bo bîranîna Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê ya 2017’an de bi guleya polîsan hat qetilkirin strana xwe ya ewil got û Newroza gelê kurd pîroz kir. Di qada ku bi sed hezaran kes beşdar bûn de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bê navber hat berzkirin.

Di pîrozbahiyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Siyasetmedar Ahmet Turk, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li ser navê Tifaqa Kurdistanê Ayetullah Aştî û Hevserokê KCD’ê Berdan Azturk axaftin kirin.

Li ser navê Xebata Tifaqa Kurdistanê Hevseroka BDP’ê Saliha Aydenîz axivî û ev tişt got: “Em li ser navê kurdan xebatên yekitiyê didomînin. Zimanê kurdî bi qedexeyan re rû bi rû ye. Em weke Tifaqa Kurd, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê têbikoşin. Sed sal in Komara Tirkiyeyê li ser yek zimanî û yek alî hatiye avakirin. Em weke Tifaqa Kurd ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê têbikoşin. Li girtîgehan îşkence û zext zêde dibin. Em ê azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî pêk bînin.”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017’an a Amedê de hatibû qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Kesên ku Kemal qetilkirin, li eywanên dadgehê bêsûc hatin îlankirin. Em sûcdaran dizanin, ev pergala faşîst û nijadperest e. Hûn ê hesabê bidin gelê kurd. Di kesayeta Kemal Kûrkût de hemû şehîdên Newrozê bi bîr tînim.”

‘Qada Newrozê nîşan dide ku ew xelas bûne’
Ozturk, qala “Plana Çokdanînê” ya di civîna Lijneya Ewlehiya Netewî de biryara wê hatibû wergirtin kir û wiha berdewam kir: “Kesên dixwazin gelê kurd, biqedînin, bila li qadên Newrozan binêrin. Kê çok danî bila bibînin. Gelê me çok danîne. Qada Newrozê wê dawiyê li wan bîne. Ji ber vê yekê hewldan asteng bikin. Dayikên me ciwanên me herîkin qada azadiyê. Newroz ji bo me cejna hebûnê ye. Hûn di xeletiyê de israr dikin. Dengê birêz Ocalan bû dengê azadî û wekheviyê. Ev nayê hesaba wan. Gelê kurd û hêzên demokrasiye bi hêz dibin. Desthilata wan dixeteriyê de ye. Dest bi dagirkirinê kirin. Li Rojava û li Başûr dagirkirina xwe didomînin. Hûn ê ji Efrînê ji başûrê Kurdistanê derkevin. Wê gelê me azad bibe. Wê Kurdistan azad bibe.

‘Mifteya azadiya di destê Ocalan de ye’

Neçin ber deriyê Pûtîn û Biden. Pêşeroja gelên Tirkiyeyê nefiroşin. Wê kurd berxwedana xwe bidomînin. Rêberê Gelê Kurd rê nîşanî gelê kurd da. Mifteya azadiyê, demokrasiye, jiyaneke birûmet di destê birêz Ocalan de ye. Dest ji xeletiyan berdin. We gotin em kurdan tasfiye bikin hûn hatin ber tasfiyebûnê. Gelê kurd çok nedanî, vaye li vê qadê ye. Divê pirsgirêka kurd were çareserkirin.”

‘Rêya demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe’

Berdan Ozturk, bal kişand ser rêya çareseriyê û wiha bi dawî kir: “Partiyên muxalefetê jî dibêjin rêya demokrasiyê di Amedê de derbas dibe. Mirov hinek şerm dike. 7 sal in li Kurdistanê zilm heye. Tansû Çiller, Mesût Yilmaz, Suleyman Demîrel  hatin û çûn. Tayyip Erdogan jî dê biçe. Dest ji derewan berdin. Rêya demokrasiyê jî ya azadiyê jî di Îmraliyê de derbas dibe. Xwe û gelê kurd nexapînin. Gelê kurd gelek şans da we. Hûn ê werin rûnin, divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hûn gavên şênber biavêjin. Rojên berê çûn. Hûn nikarin kesê bixapînin. Ev Newroz Newroza ‘Dem dema serkeftinê ye’. Ev Newroz, Newroza azadiya birêz Ocalan e. Newroz pîroz be.”

Piştî axaftin û konserê bi deh hezaran ciwan ji qada Newrozê meşiyan. Ciwanan di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û meşiyan. Pîrozbahî bi meşê bi dawî bû.