Dewleta tirk bi serkêşiya desthilata AKP-MHP’ê li dijî gelê kurd li başûr, rojava û bakurê Kurdistanê şerekî dijwar dimeşîne. Di çarçoveya vî şerî de li her sê parçeyên Kurdistanê di bin navê “operasyonan” de êrîşên hewayî û bejahî tên kirin. Bi vî şerî têkbirina deskeftî û tasfiyekirina hêz û tevgerên kurdan ên ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin tê armanckirin. Ji bo gihandina vê armanca xwe rayedarên desthilata AKP-MHP’ê hevdîtinên dîplomatîk jî dimeşînin û dixwazin bertekên hêzên navneteweyî yên li dijî xwe kêm bikin û wan li cem xwe bigirin.
Her wiha bi van êrîşan re li Girava Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî tê meşandin û destûr nayê dayîn ku Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Desthilata AKP-MHP’ê bi berbelavkirina tecrîdê bersiv dide hewldanên kurdan ên ji bo şikandina vê rewşê; li girtîgehên Tirkiyeyê jî rewş ji Girava Îmraliyê ne cudatir e. Lewre ji ber polîtîkayên tecrîdê û dîsplînê îşkenceyeke mezin li girtiyan tê kirin û pêşî li berdana wan tê girtin. Ji ber vê polîtîkayên gelek girtiyên siyasî li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû ne.
Tûra Serhedê
Bi armanca ku balê bikişînin ser vê rewşê û pêşniyarên gel ên der barê pêvajoya siyasî de bigirin Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, di 5’ê kanûnê de derketin tûra bajarên herêma Serhedê. Tûra hevserokan heta 12’ê mehê berdewam kir. Di çarçoveya tûrê de hevserokan serdana Mûş, Bedlîs, Agirî, Îdîr û Wanê kirin û li gund, tax, navçe û navendên bajaran bi gel re hatin gelhev li gilî, gazin û pêşniyarên wan ên der barê pêvajoyê de guhdar kirin.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, der barê vê serdana wan û avakirina milê Kurdistanê yê tifaqa demokratîk de ji rojnameya me re axivî û nirxandinan kirin. Di destpêka axaftina xwe de Hevserok Berdan Ozturk, balê kişand ser avakirina Tifaqa Ked û Azadiyê û diyar kir ku ji bo milê Kurdistanê jî amadekariyê wan hebûne û ev tişt got:
“Jixwe ev partiyên ku em bi wan re hevdîtinan pêk tînin ev çand sal in bi armanca avakirina yekitiya neteweyî xebatên me yên hevbeş bi wan re hene lê armanca van hevdîtinan ew e ku em di hilbijartinan de tifaqeke kurdistanî ava bikin. Hikûmeta AKP-MHP’ê û muxalefet li ser nirxên gelê kurd li dijî hev propagandayan dikin û hewl didin ku gelê me di nav van her du aliyan de tercihekê bike. Lê me bi avakirina rêya sêyemîn nîşan da ku gelê me ne mecbur e di nav van herdu aliyan de tercihekê bike.
Wê careke din li hev bicivin
Dema meselaya kurd bê rojevê em dibînin ku îktîdar jî muxalafet jî li ser dijminatiya gelê kurd helwesteke hevbeş nîşan didin. Ên li ser nirxên gelê kurd li dijî hev propagandayan dikin, bi di dijminatiya gelê kurd de şirîkatiyê dikin. Divê ev dijminatiya li dijî gelê me bibe sedema yekitiyê. Bi vê armancê me ji bo avakirina tifaqa demokratîk a kurdistanî bi partiyan re hevdîtin pêk anî. Lê belê ev hevditîn li ser nirxên gelê kurd ên hevbeş pêk tên ji ber ku nirxên me xeta me ya sor e. Di hevdîtinan de me hêvî û daxwazên xwe anî ziman, xalên girîng ên avakirina tifaqa demokratîk nîqaş kir lê ev hevdîtin di asta biryardayînê de nînin. Ev gava yekemîn bû, em ê car din li hev bicivin. Ez dikarim bibêjim ku hevdîtinên me bi awayekî erênî pêk hatin. Hêviya me ew e ku bi vî awayî berdewam bike. Em ê heman hevdîtinan bi sazî û rûspiyan re jî pêk bînin.”
‘Yekitî di ruhê Kobanê de ye’
Berdan Ozturk, destnîşan kir ku hêvdîtinên wan ên li Serhedê di çarçoveya êrîşên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê, tecrîd, zext û zordariyên li ser girtiyan pêk hatine û wiha got: “Weke ku tê zanîn gelek bajarên Rojava hatin bombebarankirin. Kobanê jî yek ji van bajaran bû. Kobanê semboleke girîng a neteweyî ye û gelê kurd bi yek dengî û bibiryar li Kobanê xwedî derket û sînorên di nav her çar parçeyên Kurdistanê hatibûn avakirin hilweşand. Me pêwistî û girîngiya yekitiya neteweyî nîqaş kir. Divê em bi ruhê Kobanê yekitiyê ava bikin.”
Êrîşî hebûna kurdan dikin
Di berdewama axaftina xwe de Ozturk, bi lêv kir ku êrîşên li dijî parçeyên Kurdistanê ne êrîşên li dijî şexsekî yan jî partiyeke kurd pêk tên û wiha pêde çû: “Tecrîd, zext û zordariya li zindanan û astengiyên li ber çand û zimanê kurdî jî bi vî rengî ne. Hemû jî li dijî gelê kurd pêk tên, divê em bi vî awayî li meseleyê binerin û helwesta xwe li gor vê yekê diyar bikin. Hevdîtinên me yên li Serhedê û xebata me ya tifaqa demokratîk a kurdistanî wê dîmeneke wisa derxe holê ku gel, siyasetmedar, partî û saziyên kurd ligel hev pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, bibiryar li doza xwe xwedî derkevin û helweseteke hevbeş nîşan bidin. Ev dîmen wê ji bo gelê me bibe motîvasyineke girîng a têkoşîna demokrasî û azadiyê.”
Bingeh û encama krîzan
Ozturk, da zanîn ku li bajarên serdana wan kirin gel eleqeyeke mezin nişanî hevdîtinên wan ên li mal, gund, navçe û bajaran daye û ev nirxandin kir: “Em careke din spasdarê wan in. Ligel krizên pir alî yên ku yek ji wan krîza aborî ye jî bala gelê me li ser êrîşên Herêma Kurdistanê, Rojava, tecrîd û pirsgirêkên civakî bû. Di hevdîtinan de me anîn ziman ku bingeha van krîzan tecrîd û polîtikayên şer in. Ji ber vê jî mijara hevdîtinên me poltikayên şer û tecrîd bû. Gelê me tecrîda li ser birêz Ocalan weke encama polîtikayên şer dinirxîne û dixwaze ku tecrîd demildest were rakirin. Dema ku derfet ketibe destê birêz Ocalan hewl daye ku rêya aştiyê veke û vê îradeya xwe herî dawî dema pêvajoya çareseriyê nîşan da. Gelê me vê yekê baş dibîne, şert û mercên wê demê yên civakî, aborî û yên niha dide berhev û bibiryar rakirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan dibaparêze. Erîşên li dijî Rojava û Herêrema Kurdistanê, bikaranîna çekên kimyewî weke hewldanên dagirkeriyê dibîne û li dijî vê yekê hêvî û daxwaza yek dengiyê dike. Ligel van mijaran hilbijartinan jî weke rê û rebazeke têkoşîna demokrasî û azadiyê dide ber xwe û têkçûna AKP’ê û MHP’ê yên faşîst di vê rêyê de dibine.”
Di dawiya axaftina xwe de Ozturk, agahî da ku wê hevdîtinên wan ên bi vî rengî di rojên pêş de li her devera Kurdistanê pêk bên û dê bi gel re bên gelhev.