11 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ozgur Ozel: Komîsyon dikare çûyîna Îmraliyê nîqaş bike

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, ji bo bangên ku komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike got: “Komîsyon dikare rûnê û li ser nîqaşê bike.”

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, têkildarî geşedanên di rojevê de pirsên Rojnameya Cumhuriyetê bersivand û pirsa têkildarî daxwaza ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, wiha bersivand: “Komîsyon dikare rûnê û li ser vê meseleyê nîqaşê bike. Mekanîzmayên biryardayinê diyar in. Heke pêşniyarên li komîsyonê tên kirin sînorên biryardayinê yên hevalên me yên di komîsyonê de cih digirin derbas bike, wê demê divê ji me re bînin. Lê heta niha tiştekî wiha ji me re nehatiye. Li ser navê komîsyonê dê kî biçe, dê çi bibe, bi kîjan armancê biçe nizanin. Lê heta niha pirsa ‘Gelo hûn ê biçin Îmraliyê?’ ji min kirin. Di rojeva me de tiştekî wiha tune ye. Dema ev hat rojeva komîsyonê, wê demê em ê li ser biaxivin, nîqaş bikin û lê binêrin.”

Ozgur Ozel, got ku di navbera MHP û AKPê de ‘dilmayinek’ heye û wiha domand: “Dema destpê kirin li ser hinek xalên sereke axivî bûn. Weke mînak, digotin tu bazarî tune ne. Dê bêşert û merc çek berdabûna. Dê bangek bihata kirin û ev dê bandorê li Ewropa, Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê bikira. Qaşo dê YPGê dê çek berdabûya. Me tevekan jî dizanî ku ev rast nîne. Dema em niha li geşedanên li Sûriyeyê dinêrin, dema em li nêzikatiya DYAyê ya li dijî HSDê dinêrin, dibînin ku meseleya bi demê re vehêlandinê ya komîsyonê heye.”

Ozgur Ozel di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dixwazin tiştek di komîsyonê de bibe û sûcê wê bixin stûyê CHPê. An jî em tiştekî bikin ku CHP ji komîsyonê derkeve. Dibêjin bila CHP komîsyonê betal bike û em ji vê rojeva pirsgirêk rizgar bibin. Dixwazin em maseyê têk bibin. Lê ez ji wan re qadeke konforê ya wisa nahêlim. Li vir ji bo çareserkirina pirsgirêkan, xwe nadin ber ku gavên demokratîkbûnê bên avêtin. Rabûna me ya ser maseyê li gorî krîterên me di serî de diyar kirin e. Em li ser wê maseyê têkildarî destûra bingehîn naaxivin. Lê ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêya demokratîkbûnê çareser bibe em ê her tiştekî bikin. Em ê destê xwe deynin bin kevir.”

Ozgur Ozel, got ku endamên komîsyonê yên CHPî dê rewşa girtiyên nexweş û sepana qeyûm bixin rojevê û ev tişt anî ziman: “Li şûna ku em ji komîsyonê derkevin, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê em ê jê bixwazin ku gavên pêbaweriyê biavêje. Gava ewil jî girtiyên nexweş e. Piştre jî bila komîsyon li ser sepana qeyûm biaxive. Wê demê em ê jidilbûna her kesî bibînin.”