CHPê 21emîn Lijneya Awarte li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a li Enqereyê li dar xist. Ozgur Ozel di lijneyê de dîsa weke serokê giştî hat hilbijartin. Şaredarê Mûratpaşayê yê Antalyayê û parlamenterê berê Berhan Şîmşek saetek piştî destpêkirina lijneyê namzetiya xwe vekişandin. Hat ragihandin ku Berhan Şîmşek 97 îmze 5 deqeyan dereng teslîm kiriye lewma namzetiya wî ya ji bo serokatiya giştî nehatiye qebûlkirin.
Piştre jî dengdayin dest pê kir. Ozel, dema dengê xwe dida got: “Em di rojeke dîrokî de ne û gelek neheqî li vê partiyê hatin kirin. Gel vê dibîne. Ev, di heman demê de destpêka kampanyaya hilbijartinê ya CHPê ye. Ev, bizava dawî ya îktîdarê ye.”
Li gorî encamên neteqez, ji hezar û 323 delegeyan hezar û 276an dengê xwe dan û ji wan hezar û 171 jê derbasdar bûn. Ozgur Ozel tevahiya hezar û 171 dengan stand û dîsa bû Serokê Giştî yê CHPê.